Fecri Barlık,Mehmet Niyazi Deniz
09 Mijdar 2022•Rojanekirin: 15 Mijdar 2022
Koçer ji bo ku biharê heywanên xwe baştir biçêrînin derketibûn Zozanê Faraşînê yê li Beytuşebaba navçeya Şirnexê. Bi sermayê ra dadigerin û wê herin Nisêbîna navçeya Mêrdînê.
Koçeran 3 meh havîna xwe li Zozanê Faraşînê derbas kir û piştî ku hewa sar bû dagêra wan dest pê kir.

Koçer bi birên heywanên xwe va rêwîtiyeke dijwar dikin û li cihên ku lê bêhna xwe didin, konên xwe vedigirin û tê da dimînin. Koçer di meh û nîvekê da xwe gîhandin Çagbaşiya gundê Sêrtê û niyet dikin ku 15 roj şûnda xwe bigihînin Nisêbînê.
Ji koçeran hin jin jî ser pişta hespan rêwîtiyê dikin.

Ji koçeran Azîze Aşkarayê bi Kurmancî ji rojnamegeran ra got ku piştî ew ji Zozanê Faraşînê dageriyan, ew li hin deran konê xwe vedigrin û bêhna xwe didin. Aşkarayê wiha dewam kir, "Em 3 mehan li Faraşînê man, me heywanên xwe çêrandin, şîrê xwe dot. Bi hatina sermayê ra em bi rê ketin. Rêwîtiya me zehmet derbas dibe."

Halîl Aşkara jî diyar kir ku wekî biharê ew payîzê jî rêwîtiyeke dûr û dirêj dikin û daxuyand ku debara wan jî ji vî karî dertê.
Aşkara destnîşan kir ku ew havînê li zozanan, zivistanê jî li qişleyan dimînin û wiha dewam kir, "Rêwîtî pir zehmet e û dijwar e. Em her şev li derekê dimînin."