Tevhid Furkan Nehri
03 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2024
Li Zozanê Dumlubabayê yê Erziromê koçerên ku heywandariyê dikin sedan pezê xwe bi zibare dibirin û piştevaniya hev dikin.
Koçer di meha hezîranê da derketin zozanê ku dikeve nava sînorê navçeya Yakutiyeyê û raqima wê 2 hezar û 600 e û wê heta dawiya meha îlonê heywanên xwe yên ku deriyê debara wan e, xwedî bikin.
Ji bo ku heywanên wan di germa havînê da hênik bibin û şîr bidin, koçeran dest bi birîna hiriya pez kir û ji bo ku karê hev sivik bikin jî birîna pez dixin dorê û carê pezê koçerekî dibirin.
Koçer destê sibê digihêjin hev û heta êvarê pez dibirin û bi usûla zibareyê piştevaniya hev dikin.
Koçer bi hemû ferdên malbatê ra xwe didin ber birîna pez, hiriya ku dibirin jî difiroşin fabirqeyan û dahatê bi dest dixin.
Engîn Çîçekê ku ji Çêrmûka navçeya Diyarbekirê tê û 20 sal e li Zozanê Dumlubabayê koçeriyê dike, ji nûçegihanê AAyê ra got ku malbatên ku derketine zozanê, di nava yekîtiyê da dijîn.
Çîçek diyar kir ku ew her roj bira pezê malbatekê dibirin û wiha dewam kir, "Em 10-15 kes rojê nîvendî 200-250 serî pez dibirin. Li zozanê kê hebe, tê alîkariyê û em bi hev ra vî karî dikin."
Ji koçeran Abdulvahap Karacadag diyar kir ku xwedîkirina pez zehmet e, ji ber vê yekê divê meriv alîkariya hev bike.
Gokhan Sariçîçek jî got ku wan di tîrmehê da dest bi birîna pez kir û wiha dewam kir, "Em li vê derê bûne wek malbatekê. Her kes alîkariya hev dike. Ku kes tunebe, her malbat bi xwe pezê xwe bibire, wê herî kêm hefteyekê dewam bike. Dema ku bi hev ra tê birîn, di 2 rojan da kuta dibe."