Haydar Şahin
19 Nîsan 2018•Rojanekirin: 24 Nîsan 2018
BATMAN
Koçerên ku ev 6 meh e li Kozluka navçeya Batmanê jiyana xwe didomînin bi germbûna hewayê va ji bo heywanên xwe bibin herêmên hênik dest bi hilgêra zozanan kirin.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê dema hewa sar dibe koçber ji bo heywanên xwe bibin ciyên germ dest bi dagêrê dikin û ji zozanan derbasî herêmên hewaya wan germ an jî hênik in dibin. Dema hewa germ dibe jî vê carê ji bo derbasî herêmên hênik bibin dest bi hilgêrê dikin û berê xwe didin zozanan.
Piştî operasyonên serkeftî yên li dijî PKKya rêxistina terorê koçer bi rihetî heywanên xwe derdixin zozanan.
Koçerên ku kêmzêde 6 meh e li Kavakliya gundê Kazluka navçeya Batamnê jiyana xwe didomînin bi hatina havînê ra amadehiyên xwe temam kirin, heywanên xwe dan pêşiya xwe û dest bi hilgêra ber bi zozanên Mûşê kirin
Koçer di rêwîtiyê da carcaran disekinin pezên xwe didoşin ku bira bi nexweşiyê nekevin û piştî rêwûtiya bi rojan ber xwe dide digihêjin zozanên li Mûşê.
- Heywanan derdixin çêrandinê
Emîn Sezgînê (41) koçer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dema berf dest bi barînê dike dest bi dagêrê dikin û tên Kozlukê ku heywanên xwe ji sermayê biparêzin û piştî 6 mehan dîsa ji vê derê dest bi hilgêrê dikin.
Sezgîn got ji bo ku heywanan di germahiya havînê da nehêlin jî derdikevin rêya zozanan, rêwîtiya wan bi rojan ber xwe dide.
Sezgîn got ku di rêwîtiyê da dema dibe êvar heywanan komî ciyekî dikin û bi şivanan ra hetanî ber destê sibê nobedê digrin û paşê jî dîsa rêwîtiya xwe didomînin.
Sezgîn diyar kir ku di salên çûyî da tengasî dikişandin û wiha axivî: "Rêwîtiya me bi rojan ber xwe dide. Em ji vir diçin Mûş û Bidlîsê lêbelê şikur ji Xwedê ra em êdî bi rihetî rêwîtiyê dikin. Heywandarî karê me ye. Hin kes 50-60 sal in vî karî dikin. Heke heywandariyê neke ji îro şûnda ew ê çi karî bike."
- "Dema hilgêrê hat"
Mehmet Şerîf Soydanê heywandar jî got ku li Mûşê zivistan zehf sar derbas dibe ji ber vê jî di mijdarê da bi 2 hezar pezên xwe ra hatin Kozlukê.
Soydan destnîşan kir ku dema rêwîtiyê ku şilî bibare zehf tengasiyê dikişînin û wiha pê da çû: "Êdî dema hilgêrê hat. Em ê pezê xwe ji Sasonê û bintara Çiyayê Subaşiyê ra bibin zozanên Mûşê. Hin caran berf dibare ji ber vê jî rêwîtî zor dibe. Rêwîtiya me 10 rojan ber xwe dide û em digihêjin Mûşê. Bi rastî em tengasiyên mezin dikişînin. Ji vir 3-4 sal berê em ji rêbejê ra diçûn zozanan û wê çaxê kamyonek li pezê me qelibî û 120 mî mirar bûn. Rêbej ji bo me xeternak e."
Aynur Soydana koçer jî got hemû amadehiyên hilgêrê temam kirin, rêwîtiya zozanan zehf zor e lêbelê kêfa wan zehf pê tê.
Soydanê wiha got: "Em bi heywandariyê nanê xwe bi dest dixin. Em pezên xwe didoşin, penêr çêdikin. Nika dema hilgêra zozanan hat. Me nivînên xwe şûşt û amade kir, amûrên xwe berhev kir, rojên xweş dest pê dikin. Tengasiyên vî karî hene lêbelê xweşikahiyên kar wê ser hemû tiştan ra digre."