Jiyan

Koçer ji zozanên 3 hezar raqimî dadigerin

Bestami Bodruk  | 07.11.2025 - Rojanekırın : 15.11.2025
Koçer ji zozanên 3 hezar raqimî dadigerin Bestami Bodruk

Diyarbakir

BESTAMİ BODRUK - Koçerên ku bihar û havîna xwe li zozanên di navbera Diyarbekir û Mûşê da derbas dikin, bi hatina sermayê ra êdî vedigerin qişlaxên xwe.

Koçerên ku ji bo çêreya baş di mehên biharê da derdikevin zozanên 3 hezar raqimî, bi ketina pileya germaya hewayê ra êdî dest bi rêwîtiya dagêrê kirin.

Koçerên ku jiyana wan li ser ajeldariyê ye, bêtirê dema xwe li ser rêya dûr, dijwar û dirêj derbas dikin û hewl didin xwe û keriyên xwe ji hemî cure metirsiyan biparêzin.

Koçerên ku digel keriyên xwe ev 10 roj di rê da ne, ewê ji bo gihîştina qişlaxan 15 rojên din jî bi kîlometroyan bimeşin.

Rêçûna koçeran digel keriyên xwe li ser rêya bi fetlonek a li Qulpa navçeya Diyarbekirê ku weke "9 vîraj" tê binavkirin, dîmenekî bedew çêkir.

Dîmenê keriyên ku ji hevraz ber bi xwarê va dadikevin, bi droneya ekîba AAye hat tomarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın