Li Tunceliyê çawîşekî pispor bi otomobîlê ji pireyê ket xwarê û canê xwe ji dest da
Tunceli
Li Tunceliyê çawîşekî pispor bi otomobîlê ji pireyê ket xwarê û canê xwe ji dest da.
Otomobîla ku Çawîşê Pisporê Cendirmeyê Haydar Îbrahîm Yilmaz diajot, li ser rêbeja Tuncelî-Erzincanê li texma Harçikê ji kontrolê derket û ji pireyê kete xwarê.
Li ser îxbarê ekîbên Rêveberiya Serokatiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD), tenduristî, îtfaiye û polês hatin cihê bûyerê.
Ekîban termê çawîşê pispor ji nava wesayitê derxist û piştî venihêrînê cihê bûyerê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê.
