Sidar Can Eren
19 Sibat 2022•Rojanekirin: 23 Sibat 2022
Li Pertek û Çemîşgezeka navçeyên Tunceliyê di van rojan da serê koçerên pez xwedî dikin qelebalix e, serî ketiye pêz û mî dizên û ew jî berxên nû çêbûne wekî pitikan xwedî dikin.
Di mehên havînê da koçerên pezên xwe dibin zozanên li çiyayên Munzur, Mercan, Sel, Sulbus, Tagar û Yilanê bi sarbûna dinyayê va vedigerin gundên ser Çemîşgezek û Pertekê ku germtir in.
Koçer di her wextê da ji bo çareserkirina pêwîstiyên pezên xwe dixebitin lê karê wan ê herî zehmet sê mehên ewil ên salê ne.
Lewra di nav rojan da serî ketiye pêz û mî dizên û berxên nû çêdibin û koçer jî di hewşan da wek beytar dixebitin. Di şevekê da car heye 50 mî bi hev ra dizên û ew şev xew li xwediyê pez heram dibe.
Piştî berx tên ji bo neqefilin jî germ tên niximandin û rojê du caran jî berî makên wan didin.
Koçer mîna pitikan xwedî dikin li berxên xwe mêze dikin.
Serê gulanê berx wê ji şîr bên birîn û li zozanan bere bere wê berî çêrê bidin.
Hayrî Acîmê koçer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Çakirbaxçeya gundê Pertekê dijî, 25 sal e heywandariyê dike.
Acîm got serî ket pêz êdî mî dizên li ser vê karê wan zêde bû, havînê derdikevin zozanê 5 mehan li wê derê dimînin û vedigerin gundê xwe.
- "Ji bo berxan di rojê da 2-3 saetan dikarin razên"
Acîm got ev meheke pezê wî li pey hev dizê û wiha axivî: "Ji pez bi rihetî bizê em di rojê da 2-3 saetan dikarin razên. Em du saetan carê diçin gomê û pezê xwe kontrol dikin. Berxên cêwî ji bo xweyî bikin vediqetînin. Ji ber ku hejmara berxan zêde ye jî ji bo wan ji hev derxin hinekan boyax dikin nimareyan didin wan."
Azîm got hem kêfxweşî û hem jî zehmetiya heywandariyê heye û wiha pê da çû: "Em berxên teze bûn çend rojan dimêjînin û paşê berdidin. Paşê berxên teze dibin jî dimêjînin û wekî zarokan xweyî bikin heywanên xwe xweyî dikin."
Gunay Acîmê koçer jî got ku pez di rêbendan, sibat û adarê da dizê.
Acîm got di heyama zayîna pêz da her tim di nav pêz da dimînin û wiha axivî: "Şev û roja vî karî tune. Hema bêje 30 sal e vî karî dikim. Em bi heywandariyê debara xwe dikin. Zehmetiya karê me zêde ye lêbelê em kêfxweş im. Dema em miyên dizên dizeyînin pey ra em berxan jî gocî dikin. Dema berx nemêje medê me naçe xwarin û vexwarinê."