Haydar Şahin
01 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliurfaya ku ji bajarên herî germ ên Tirkiyeyê ye welatiyên ku ji germahiyê aciz dibin di ava golê da xwe dişiqitînin û bi bîsîkleta avê va digerin.
Welatiyên li navçe û bajarên dorberê tesîsa Sukayê ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê li Geliyê GAPê çêkiriye ziyaret dikin. Li tesîsa ku tê da restoran û kafeterya jî hene welatî dikevin avê, bîna xwe didin, di ava golê da xwe dişiqitînin û bi bîsîkleta avê va digerin.
Midûrê Giştî yê BELUR A.Ş.yê Levent Kama daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku ji 10 tesîsên Sukayê yên ku li welêt yek jî li Şanliurfayê ye.
Kama diyar kir ku kesên ji germahiyê aciz dibin tên tesîsê û wiha axivî: "Kesên ku ji germahiyê aciz dibin tên li vê derê bîna xwe didin. Ji ber ku tesîseke wiha li vê derê ye gelê Şanliurfayê zehf bi şans e. Ziyaretvanên me di ava golê da xwedişiqitînin û bi bîsîkleta avê û kanoyan va digerin. Xêncî vê em qursên xweşiqitandinaavê jî didin."
Mehmet Turnayê ziyaretvan jî got ku ji Adiyemanê hatiye û wiha axivî :"Di vê hewaya germ da me ev firsenda dît û pê hênik bûn."