Haydar Şahin
05 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2018
HAKKARÎ
"Kent Parka Navenda Jiyanê" ya ku Şaredariya Hekariyê li ser 8 hezar mêtreqere erdî ava kir û bi qadên civakî xemilandî ew ê jiyana civakî zindî bike.
Şaredariya Hekariyê ya Wezareta Karên Navxweyî lê wezîfedarî kir bi xebatên binesazî û sersazî va xizmeta gel dike û li gor pêşniyaz û hêviyên gel xebatên qadên civakî didomîne.
Şaredariyê li gelek ciyên bajêr park ava kirin, rê bi asfalta germ asfalt kirin, der û dora kûçe û kolanên bajêr guherand, bi sîstemên roniyên modern va bajar xemiland. Şaredariyê ji bo gel demên xwe kêrhatî derbas bike dest bi projeya "Kent Parka Navenda Jiyanê" kir.
- Jiyana civakî zindî dibe
Şaredariyê di vê çarçoveyê da li qada şaredariyê ya berê ya li Kolana Atlilarê li ser 8 hezar mêtreqere erdî park çêkir. Li parka navenda jiyanê rêya bîskîlet, rev û meşê, amfîtiyatroya ji bo 400 kesî, qada patenê, komên lîstikê, kamelya, hewzên xemlê, salona fîtnesê, qadên hêşin hatin avakirin. Ji bo park têkeve xizmetê xebat bênavber dewam dikin.
Pîlan dikin ku navenda jiyanê ya ku ew ê jiyana civakî zindî bike di nav mehekê da têxin xizmetê.
Cuneyt Epcîmê Wekîlê Şaredar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di çarçoveya bernameya veguherandinê ya par dabûn destpêkirin da xizmetên mezin kirin.
Epcîm got dixwazin ku îsal jî xizmetên baş bikin û wiha axivî: "Di vê çarçoveyê da veberhênana me ya herî girîng Kent Parka Navenda Jiyanê ye. Dibe ku karûbarên wê yên qasî mehekê mabin. Em ê piştî wê ji xizmeta gel ra vekin. Li hekariyê gelek tiştên wekî kêmasî xanê dikirin bi vê parkê va hatin temamkirin."
Epcîm got roniyên dekoratîf jî li gor guldexwînên nîşaneya Hekariyê hatin dîzaynkirin.
- Amfîtiyatroya ewil
Epcîm got ku amûrên bi qelîte ji bo gelê Hekariyê tên bikaranîn û wiha pê da çû:
"Xêncî anfîtiyatroyê cara ewil e ku li Hekariyê qada patenê tê çêkirin. Komên lîstikê jî girîng in. Me kêmasiya vê didît. Xêncî vê hewcedariya me qadên sporê hene. Me bi taybetî ji bo jinan qada taybet a sporê ava kir. Cara ewil e ku li Hekariyê rêya bîskîletan tê çêkirin. Rêyên meşê û qadên kesk jî girîng in. Parka me nêzî Mizgefta mezin a Hekariyê ye. Gelê me ew ê li vê derê qerebalixiyê çêbike. Ez ji Serokomar, Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê, Wezîrê Karên Navxweyî û kesên keda wan tevlî bûn ra spas dikim."