13 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2016
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê hosteyê pêlavan yê 80 salî Selîm Uyuk û li Batmanê hesinkarê 85 salî Îbrahîm Çelîka bi eşq û şewq karê xwe dikin.
Hosteyê pêlavan Uyuk û hesinkar Çelîka pîşeyê xwe ji bav û kalê xwe wergirtine û li hemberî teknolojiya her ku diçe pêş dikeve, hewl didin ku pîşeyê xwe bidomînin.
Selîm Uyuk ku li Diyarbekirê 73 sal e karê ku ji kalikê xwe wergirtiye berdewam dike, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku li dikana xwe ya piçûk temîra pêlavan dike û herwiha ji karê xwe pir hez dike.
Uyuk wiha bal kişand ser hezkirina xwe ya pîşeyê, "Karê min li ser ruhê min neqş bûye. Ewladê min dibêje, 'bavo êdî dest jê bikişîne', lê ez dibêjim, 'Ez nikarim'. Divê bêhna solan bê min."
- "Ez dixtorê pêlavan im"
Uyuk axaftina xwe wiha domand, "Ez dixtorê pêlavan im. Heger ev pîşeyê min nehata kirin, însanê bikaribûn di rêyan da bimeşin. Tu sola xwe pê dikî û pêyê te di şilî, berf û heriyê da nacemide û avê hilnade. Wa ye ev jî karekî dixtoriyê ye."
Uyuk diyar kir ku ew bi xêra karê xwe birçî namîne û wî bi karê xwe 10 zarok mezin kirin.
- "75 sal e ez hesin dikutim"
Îbrahîm Çelîkayê 85 salî ku li bajarokê Kayapinarê yê Kercewsa Batmanê dijî, pîşeyê xwe ji bavê xwe wergirt û ev 75 sal e vî karî didomîne.
Çelîkayê ku nal, bizmarê nalan, tevir û tirpanan çêdike, pîşeyê xwe fêrî 3 zarokên xwe jî kir.
Çelîka bal kişand ku ew ji karê xwe zehf hez dike û wiha xeberda, "75 sal e ez hesin dikutim. Berê bavê min ev kar dikir. Em xebata xwe bi dest û agir va dikin."
Çelîka herwiha bal kişand ku li hemberî teknolojiya her ku diçe pêş dikeve, ew bi zehmetî karê xwe dimeşînin û wiha diyar kir:
"Şikir em îdareya xwe dikin, debara ma dertê. Em rojê 4-5 bivir, tirpan û qedera 50 nalî çêdikin. Ez digel zarokên xwe dişixulim. Êdî ji min derbas bûye, ez gihame dawiya emrê xwe, lê ez hê jî dixebitim."