Haydar Şahin
30 Nîsan 2020•Rojanekirin: 05 Gulan 2020
Qalîşka a di nav gel da wekî "pirça şeytîn" tê zanîn li ciyên derdikeve dîmenên xweşik derdixe holê.
Qalîşka bi navê "pirça şeytîn" û "diranê şêr" jî tê zanîn li gelek herêmên welêt kûlîlk vekirin.
Nebata gelek caran wêneyên wê tên kişandin li zevî û mêrgên Îdirê vekirin û dîmenên balkêş derxistin holê.
Belkis Muca Yigita Hîndekara Pêşlînansa Meslekî ya Zanîngeha Îdirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi Latînî navê qalîşkê "taraxacum" e.

Yîgîtê got ku di demên cuda yên salê da ev nebat kûlîlk vedikin û vedigerin tov.
- Dîmenên xweşik derdixe holê
Mert Ekmekçiyê li herêmê wêneyên tebîetê dikişîne jî got nebat li zevî û mêrgên Îdirê dîmenên balkêş derdixe holê û wiha pê da çû:
"Em ji bo wêneyên wê bikişînin hatin vê derê. Min berê jî wêneyên wê kişandinbûn. Me di zaroktiya xwe da pê dilîst pif dikirê ku bifire. Nika jî tebîetê dixemilîne."