Abdullah Tel
30 Nîsan 2020•Rojanekirin: 01 Gulan 2020
Vahab Taşkiranê ku li Adiyemanê dijî çêkirina ava sûsê ji bavê xwe hîn bûye û ev 50 sal e ku tehma devê şêniyên herêmê xweş dike.
Taşkiranê 70 salî yê ku di Kuçeya Dîrokî ya li Taxa Marayê şerbetkariyê dike di zarokatiya xwe da çêkirina şerbeta ava sûsê ji bavê xwe hîn dibe.
Ji wê rojê pê va dest bi vî karî dike û bi saya şerbetên xwe yên xweş li piya dimîne û bi salan e ku heman karî didomîne. Taşkiran jî wekî bavê xwe zarokên xwe hînî çêkirina ava sûsê kiriye û ew bi taybetî jî di mehên remezanê da bi piştgiriya zarokên xwe şerbetan çêdike.
Bi taybetî kesên di meha remezanê da rojî girtine di fetarê da li ava sûsê digerin lewra ew weca ku seranserê rojê li mirov çêdibe, dişkêne.
- "Wê kurê min vî karî bidomîne"
Vahap Taşkiranê li pêşiya Mizgefta Qesrakevn ku ev 50 sal e ava sûsê difiroşe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber kirina karê vî karî ew serbilind e û wiha dewam kir: "Ji bavê min ra digotin Qedirê Şerbetfiroş. Wî bi qasî 50 salî ew kar kir û ez jî hema 50 sal e ku ava sûsê difiroşim. Niha kurê min jî heman karî dike."
Taşkiran qala hûrgiliya karê xwe kir û ragihand ku ava sûsê di mehên remezanê da Adiyeman jî tev li bajarên herêmê sûsa ser sifreyên fitarê ye.
- Ev karekî ji heyama Osmaniyan maye
Serkan Taşkiranê 25 salî ku kurê Vahap Taşkiran e û niha li pey rêça kal û bavê xwe diçe û heman karî dike jî got: "Ez li cihekî dixebitîm lê ji bo ku karê bav û kalên xwe bidomînim ez ji wê derê derketim. Ez ji karê xwe gelekî hez dikim. Ev kar karekî ji heyama Osmaniyan e. Herkes bavê min nas dike. Ava sûsê gula ser sifreyan e. Ji ber şewbê îsal karê me piçekî kêm bûbû lê niha dîsa daxwaz zêde dibin."