Yasin Dikme
09 Adar 2022•Rojanekirin: 10 Adar 2022
ŞANLIURFA (AA) - Li Herrana ku di Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da ye, qursa xurek vebû û jinên ku di vê qursê da perwerde bûn li Şanliurfayê xurekên herêmî çêdikin û îkramî ziyaretvanan dikin.
Li bajarê dîrokî yê ku bi xurekên wê yên resen dertê pêş, ji bo ku çîg, kifteya bihêk, boranî, semsek û ji seleteya bostanayê heta şêraniya şilikê neyê jibîrkirin, xebat tên kirin.
Di vê çarçoveyê da Navenda Perwerdeya Gel a Navçeya Herranê bi piştgiriya qaymeqamtiyê li Navenda Gastronomiyê ya Herranê ji bo jinan perwerdeya çêkirina xurekên herêmî û garsoniyê tê dayîn. Qurs li navendê hat vekirin û 15 jin tê da perwerde dibin û kesên ku tên ziyareta wêraneyên xurek îkramî wan dikin.
Midûrê Perwerdeya Gel Halîl Aslihan ji nûçegihanê AAyê ra got ku li gor daxwaz û pêdiviyên welatiyan wan li navçeyê qursên curbecur li dar xistin û ji aliyekê va perwerdeyê didin û ji aliyekê va piştgiriya îstixdamê jî dikin.
Aslihan diyar kir, bi piştgiriya Qaymeqamtiya Herranê li navenda gastronomiyê jinan dest bi perwerdeyê kir û wiha dewam kir, "Jinên me li ser serwîs, alîkariya aşcîtiyê û paqijiyê da perwerde dibin. Jinên ku perwerde dibin û kuta dikin, li navenda gastronomiyê an jî li Şanliurfa û navçeya Herranê di mekanên turîstîk ên cuda da tên îstixdamkirin. Digel xurekên herêmî jinên me dibin xwedî pîşe jî."
Gonul Dogruya qursiyer jî got ku ew kevaniya mala xwe ye û ji bo ku ew hûrguliyên çêkirina xurekan hîn bibe, wê dest bi qursê kir.