Haydar Şahin
27 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2018
VAN
Li Wanê Turgut Vanliyê hesinkarê 80 salî yê ku ji hin bajaran xurdeya hesinên rêhesinê dikire û ji wan hacetên cotkariyê çêdike eleqeyeke mezin dibîne.
Vanliyê kêmzêde 50 sal e li Sîteya Pîşesaziya Otoyê ya Wanê hesinkariyê dike ligel emrê xwe yê mezin dixebite ku meslegê wî neyê jibîrkirin.
Vanli ji hin bajaran hesinên rêhesinê yên derxistine xurdeyê dikire û tîne bajêr, hesinan li ser agir sor dike, dikute, vedigerîne amûreke din û jê cot, das, kêrr, kultivator û tirpanan çêdike.
Ji ber ku amûrên di rêhesinê da tên bikaranîn zehf saxlem in hacetên cotkariyê eleqeyeke mezin dibînin, cotkarên li herêmê wan hacetan tercih dikin.
- "Hacet saxlem dibin"
Vanli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 63 sal e hesin dikute, hetanî nika li dikana xwe ji 50yî zêdetir kes xiste hoste.
Vanli got ji ber tunebûna îmkanan di dema dibistana seretayî da dest bi xebatê kir û wiha pê da çû: "Hemû çiraxên ji ber destê min mezin bûn ji xwe ra destgeh vekirin û nika nanê xwe bi dest dixin. Hinekên wan bûn karmend an jî karên dikin, gelekê wan esnafiyê dikin."
Vanli got hesinkarî karekî zor e, nika bi saya makîneyan bû karekê hêsan.
Valiyê hesinkar got berê bi keskuyê hesin jê dikirin û bi varyozan dikutan û wiha axivî:
"Her tişt bi zora milan dihat kirin. Nika makîne hene. Kar êdî hêsan bûye. Mirov hînî karên hêsan bûn. Ji ber vê êdî vî karî nakin û hesinkarên teze nagihîjin. Çirax eleqeyê nîşanî vî karî nadin. Ji bo ev pîşeya ji holê ranebe em dixebitin. Em hesinên rêya trênê û hesinên din ên ji bajarê din dikirin tînin vê derê û jê amûran çêdikin. Ez van hesinan hacetên cotkariyê çêdikim. Ji ber ku hesinên rêya trênê zehhf saxlem in hacet jî zehf saxlem dibin. Gelek cotkar ji bo ji van hacetan bikirin tên cem me."
Ozdemir Canseverê cotkar jî got ji bo hacetên cotkariyê tê cem Vanliyê hesinkar û wiha got: "Hacetên Turgut hoste zehf saxlem in. Ji ber vê em her tim hacetan ji wî dikirin. Em van hacetan bi salan dixebitînin. Em ji hosteyê xwe razî ne."