Haydar Şahin
26 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
ÎDLIB
Li Îdliba bajarê Sûriyeyê ji ber baranê hin kampên penaberan di bin avê da man.
Penaberên Sûriyeyî yên li konbajarên nêzî sînorê Tirkiyeyê yên li aliyê Sûriyeyê dijîn û konên wan di bin avê da man ji bo jiyanê têkoşînê didin.
Konên li kampa El Îhsanê ya kêmzêde hezar kes lê dijîn piştî şiliyê di bin avê da man. Betanî û nivînên di konan da ji hal derketin û meriv nikare êdî bi kar bîne.

Elî Izziyeyê 11 salî yê li kampê dijî got di rûyê eskerên rejima Esed ên ku hatin gundê wan da li rojhilatê Hemayê xwe sipartin vê kampê.
Izziye wiha axivî: "Li kampê kon, branda, sobe û komir lazim dike. Em nikarin van bi dest xin û em li vê derê tenê roja xwe derbas dikin. Jiyana li vê derê dijwar e. Vira zehf sar e."

Îtihad Eliya diya 5 zarokan a li kampê jiyana xwe didomîne jî diyar kir ku ji salekê zêdetir e li kampê dijî û ji bo zivistanê branda, mat ûamûrên germkirinê lazim dikin.
- "Mirin ji jiyana li kampan hêsantir e"
Îtihadê got di dema jiyana li kampê da hemû hêviyên xwe da der û wiha pê da çû:
"Ew ê bi tenê bi saya kamerayan ji me haydar bibin. Jiyan zehf zor e. Ez dixwazim bimrim. Em ê birçî û li derva bimînin. Mirin ji jiyana li kampan hêsantir e. Amûrên sereke yên ji bo jiyanê lazim dikin jî tunin. Hingî em hatine vê derê zarok her tim nexweş in. Ji ber şiliyê ev deran gişt bû çemûr."
Ezam Oleywiyê li kampê dimîne jî got, "Dema em dema nimêja sibê rabûn me dît ku her av dikeve konan. Şilî di ser zarokên radizan da barî."
Oleywî destnîşan kir ku piraniya kesên li kampê di binê deynan da ne û wiha pê da çû:
"Nivîn, balgî û branda tunin. Hema bêje qet tiştek tune. Piraniya kesên li kampê di binê deynan da ne. Em her tiştî bi deyn dikirin. Mimkun nîne ku meriv li vê derê kar bibîne lewra li vê derê kar tune, serjimar qerebalix e. Jiyana li kampê zehf dijwar e. Em dixwazin ya hat serê me bira were serê kesên em xistin vî halî."