Nihat Kavşut
21 Îlon 2019•Rojanekirin: 22 Îlon 2019
Li Yaygina gundê Bidlîsê gundî ji ber ku xetên GSMyê nakişînin ji bona bi têlefonê xeber bidin derdikevin ciyên bilind.
Li gundê Yayginê ku 16 kîlomêtro dûrî Bidlîsê ye gundî ji bona bi têlefonê xeber bidin derdikevin ciyên bilind.
Gundî ji ber ku xetên GSMyê nakişînin derdikevin ser xanî û daran û dixwazin ku li gund îstasyona bazê bê avakirin.

Ji gundiyan Oznur Çelikê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ji ber ku li gund îstasyona bazê tuneye zor û zehmetiyê dibînin û wiha axivî: "Ji ber ku li gund înternet tuneye xwendekar ji bona serlêdanên ders û wargehan bikin ji mecbûrî diçin navenda bajêr. Em ji rayedaran alîkariyê dixwazin. Dikarin li vir îstasyoneke bazê ava bikin."

Halîs Demirê ji gund destnîşan kir pirsgirêka wan ya herî mezin şebekeya GSMyê ye.
Demir diyar kir ku ji bona bi têlefonê xeber bidin derdikevin ciyên bilind û wiha got: "Em dixwazin rayedar li gundê me îstasyona bazê çêkin û em mexdûr nebin. Bi taybetî xwendekar mexdûr dibin."
Ji gundiyan Takyetîn Kirmizi diyar kir jina wî ya astengdar 13 sal e di nav ciyan da û wiha peyivî: "Ji bona gazî ambulansê bikin sala par em di nav berfê da 2 kîlomêtro meşiyan. Zivistanê her kes derdikeve ser gir û helanan."