Jiyan

Li Deşta Hesenqeleyê qetandina gulberojkan dest pê kir

Li zeviyên Deşta Hesenqeleyê ya Erziromê ku bi bêr û bereketa dema qetandina gulberojkan dest pê kir

Abdullah Tel  | 21.09.2019 - Rojanekırın : 23.09.2019
Li Deşta Hesenqeleyê qetandina gulberojkan dest pê kir

Erzurum

Li zeviyên Deşta Hesenqeleyê ya Erziromê ku bi bêr û bereketa van rojan cotkar ji ber dema bêderê kelecanî ne.

Qewlê qetandina gulberojkan ku tijî dendik in hat. Piştî qedandinê dendik jê tên derxistin qismek wekî çerez tên xwarin û ji qismekê wan jî rûn tê çêkirin. Dendikên bi piranî di bazara navxweyî da ne difiroşin derveyê welêt jî. Di vê îxracatê da keda cotkarên ji Erziromî ne jî heye.

Ji sedî 2 û nîvê dendikên li Tirkiyeyê ne ji gulberojkên li zeviyên Deşta Hesenqeleyê tê temînkirin.

Walîtiya Erziromê û Midûriyeta Çand û Daristanê ya Bajêr ji bo zêdekirina gulberojkan li herêmê tevlî piştevaniya tov, mazot û gubre ji hêla zanebûnê va jî alîkriya cotkaran dike.

Midûrê Çand û Daristanê yê Bajêr Osman Akar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku herêm çawa di qada xwedîkirina heywandariyê da xwedî potansiyele heman potansiyel di qada çandiniyê da jî ji bo herêmê heye.

Akar destnîşan kir ku di halê hazir da li 17 hezar donim erdên Erziromê gulberoşk hene û wiha pê da çû: "Li qadeke 16 hezar dekarî nêzî 4 hezar dendikên ji bo xwarinê tên derxistin. Ji sedî 2 û nîvê dendikên xwarinê yên li Tiriyeyê em temîn dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.