Hasan Hüseyin Kul
04 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2024
Navenda Koordînasyona Afatê (AKOM) ya Şaredariya Bajarê Mezin (ÎBB) ya Stenbolê ragihand ku ji êvara duşemê pê va hewaya sar a ku ji hêla Sîbîryayê va tê wê tesîra xwe li bajêr nîşan bide û tê payîn ku roja sêşem û çarşemê jî berf bibare.
Di daxuyaniya nivîskî ya AKOMê de hat gotin germahiya hewayê ya ku îro li bajêr dora 12 pileyê da ye danê nîvro wê bigihêje 16 pileyan û danê êvarê jî baran wê bibare.
Hat diyarkirin bayê ku ji aliyê başûr va tê di nav rojê û tevahiya hefteyê da wê hewayeke germ bi xwe ra bîne û tê pêşbînîkirin ku ba wê di nav saetê da bi leza 20 û heta 45 kîlometroyan bê.
Hat gotin hewaya germ wê heta roja duşemê dewam bike û danê êvarê pê va Stenbol wê di bin tesîra pêla sermayê ya ku ji herêma Sîbîryayê tê da bimîne.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku pileya germê wê qasî 5 û 8 pile kêm bibe û 9ê Çileya Paşîn roja sêşemê li deverên bilind û roja çarşemê 10ê ê Çileya Paşîn jî li seranserê bajêr berf wê bibare.
Hat daxuyandin ku xebatên amadekariya zivistanê ya ÎBByê bi dawî bûne, nêzî 12 hezar personel û ji 3 hezarî zêdetir makîneyên kar wê ji ber şert û mercên zivistanê bixebitin.