İbrahim Atmaca
17 Hezîran 2020•Rojanekirin: 18 Hezîran 2020
Li Kahramanmaraşê xalxalokên ku bi koça demsalî ra tên ser Girê Uludazê yê Çiyayê Çîmenê ku 2 hezar û 259 mêtre bilind e, bi reng û zêdebûna xwe va balê dikşînin.
Girê Uludazê 65 kîlomêtre dûrî bajêr e û xalxalok di meha hezîranê da lê dicivin. Siruşthez û wênekêş seba xalxalokan berê xwe didin herêmê.
Xalxalok bi bîtên belgan ên ku zirarê didin çandiniyê, mormorkên spî û trîpsan dixwin û jiyana xwe didomînin. Xalxalok li ser tepa gir, di binê kevir û qalikê daran da an jî li cihên xalî tên dîtin.
Ji bo turîzmê di sala 2014an da wezîfedarên Midûriya Herêmê ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî xalxalok hildan binê parastinê û ji bo ku zirarê nebînin jî ziyaretên komî an jî çalakiyên weke mihrîcanê qedexe ne.
Aslan Yuzgeçê ku hatiye dîtinaya xalxalokan, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li herêmê bûyereke siruştî ya muthîş çêbûye.
Yuzgeç daxuyand ku wênekêşên profesyonel tên vê derê wêneyan dikşînin û wiha dewam kir, "Weke kesane tên, lê destûr nayê dayîn ku bi komî werin vê derê. Ez jî ji bo ku vê bûyera siruştî ya muthîş bibînim û wêneya wê bikşînim, hatim vê derê."