Haydar Şahin
14 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2020
Heywandarên li Şemzînana navçeya Hekariyê çiloyê û gihayê havînê li ciyên dûr diçinin û didin ser hev zivistanê bi xizangan tînin ku pê heywanên xwe alif bikin.
Heywandarên li Şemzînana hewaya wê sar e ligel şert û mercên hewaya zivistanê ji bo heywanên xwe alif bikin li ber xwe didin.
Heywandar havînê çiqlên daran û pelgan ên li ciyên bilind diçinin û didin ser hev zivistanê jî vê çiloyê bi xizangan di nav berfê da dikişînin tînin gund û didin heywanên xwe.
Heywandar şebeqê zû derdikevin rê ligel rêwîtiya demeke dirêj dewam dike diçin herêma çilo û giha lê dane ser hev.
Heywandar qasî têrê dike çilo û gihê li xizangan bar dikin ji herêma xereya aşîtê heye ra derbas dibin û digihîjin rastê.
Sadettîn Olmazê li Yeşîloza goma Gunyaziya gundê navçeyê dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku havînê şitlên darên li ciyên bilind bi pelgên wan dişinin didin ser hev û gihayê xwe dixin lod û mihefeze dikin ku bidin heywanên xwe.
Olmaz wiha axivî: "Em zivistanê bi heywandarên din ra derdikecinê çiyê çilo û gihê tînin nav gund. Berf çiqasî zêde bibare ji bo me ewqasî dibe avantaj, lewra xizangên me ser berfê ra dişiqitin û em bi hêsanî berjêr dadikevin."
Sefer Olmaz jî got dema bi xizangê qame derdikevin diwestin û wiha pê da çû: "Em mecbûr in vî karî bikin lewra di destê me da karekî din tune. Dema hilpasî çiyê dibin û qame derdikevin em zehf zihmetiyê dikişînin, payebûn jî gelekî xeternak e. Em çiloyê didin heywanên xwe, çiqlê wan jî dişewitînin."