Jiyan

40 sal e ji çirpiyên dara biyê selikan çêdike

Arif Îltaşê li Hîzana navçeya Bidlîsê hostetiya selikan dike ji çirpiyên dara biyê yên ji dora çeman diçine va sepetan çêdike.

Haydar Şahin  | 14.01.2020 - Rojanekırın : 23.01.2020
40 sal e ji çirpiyên dara biyê selikan çêdike

Bitlis

Îltaşê di 12 saliya xwe da mesleg ji kalikê xwe hîn bûye 40 sal e karê xwe didomîne, biharê li dora çeman dikeve çirpiyên dara biyê diçine.

Îltaş demekê şûn da pelg û qalikê çiql û çirpiyan jê diqetîne, li pêşiya sobeya li mala xwe daniye kêlî kêlî vedigre û dixe selik.

Îltaş li ser siparîşan selikên nan, mêwe û amûrên xemlê çêdike û difroşe çar aliyên Tirkiyeyê. Xêncî Îltaş kesek vî meslegê kal û bavan nadomîne ji ber vê Îltaş li ber xwe dikeve.

Îltaş daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li ser daxwaza welatiyan selikan çêdike û wiha pê da çû:

"Ji bo kesên nanê tendûrê lê dixin, kesên hingiv difroşin ez selik û xanikan çêdikim. Li gor siparîşê kî çi dixwaze ez wê çêdikim. Selikên me zehf tebiî ne ji bo tenduristiyê baş in û wekî poşetan nînin. Mêwe 10 rojan di sepetê da bimînin jî tiştek pê nabe. Ji bo malê hewcedarî ye. Ji ber ku bi destan hatiye çêkirin wekî amûra xemlê jî tên bikaranîn. Ez li odeyeke mala xwe selikan çêdikim. Dema bimrim kesekê vî karî bidomîne tune. Ez dixwazim ev mesleg dewam bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın