Jiyan

Ji bo heywanên xwe di nav berfê da gihê dikişînin

Sadettîn Olmazê heywandar: "Berf çiqasî zêde bibare ji bo me ewqasî dibe avantaj, lewra xizangên me ser berfê ra dişiqitin û em bi hêsanî berjêr dadikevin"

Haydar Şahin   | 14.01.2020
Ji bo heywanên xwe di nav berfê da gihê dikişînin

Hakkari

Heywandarên li Şemzînana navçeya Hekariyê çiloyê û gihayê havînê li ciyên dûr diçinin û didin ser hev zivistanê bi xizangan tînin ku pê heywanên xwe alif bikin.

Heywandarên li Şemzînana hewaya wê sar e ligel şert û mercên hewaya zivistanê ji bo heywanên xwe alif bikin li ber xwe didin.

Heywandar havînê çiqlên daran û pelgan ên li ciyên bilind diçinin û didin ser hev zivistanê jî vê çiloyê bi xizangan di nav berfê da dikişînin tînin gund û didin heywanên xwe.

Heywandar şebeqê zû derdikevin rê ligel rêwîtiya demeke dirêj dewam dike diçin herêma çilo û giha lê dane ser hev.

Heywandar qasî têrê dike çilo û gihê li xizangan bar dikin ji herêma xereya aşîtê heye ra derbas dibin û digihîjin rastê.

Sadettîn Olmazê li Yeşîloza goma Gunyaziya gundê navçeyê dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku havînê şitlên darên li ciyên bilind bi pelgên wan dişinin didin ser hev û gihayê xwe dixin lod û mihefeze dikin ku bidin heywanên xwe.

Olmaz wiha axivî: "Em zivistanê bi heywandarên din ra derdikecinê çiyê çilo û gihê tînin nav gund. Berf çiqasî zêde bibare ji bo me ewqasî dibe avantaj, lewra xizangên me ser berfê ra dişiqitin û em bi hêsanî berjêr dadikevin."

Sefer Olmaz jî got dema bi xizangê qame derdikevin diwestin û wiha pê da çû: "Em mecbûr in vî karî bikin lewra di destê me da karekî din tune. Dema hilpasî çiyê dibin û qame derdikevin em zehf zihmetiyê dikişînin, payebûn jî gelekî xeternak e. Em çiloyê didin heywanên xwe, çiqlê wan jî dişewitînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın