Jiyan

Ji bo bargiran 70 sal e "kurtanan" çêdike

Hosteyê kurtanan Yusuf Kocataş: "Niha tu kesê ku vî karî bike nema. Ez çirax digerim lê bi dest min nakeve"

Fatih Gazioğlu  | 15.08.2019 - Rojanekırın : 20.08.2019
Ji bo bargiran 70 sal e "kurtanan" çêdike

Kayseri

Li Qeyseriyê Yusuf Kocataşê 80 salî bi çêkirina kurtanan debara mala xwe dike.

Yusuf Kocataş li Kuliyeya Kara Mustafa Paşa ev 70 sal e ji bo ker, hesp û heştiran kurtanan çêdike û debara malbata xwe bi vî karî dike.

Kocataş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku kesên ku vî karî dikin êdî zêde nemane û wiha axiî:

"Kurtan ji bo heywanên tên barkirin zirarê nebînin tê çêkirin. Min zarokên xwe bi xêra vî zenaetî mezin kirin. Xwedê 2 kur û keçek da min. Mezin bûn û niha zewicîne. Ji gundan her dem qazî min dikirin. Ez jî diçûm. Min li wan deran hem bazirganî dikir hem jî diçûme ziyaretan. Bi saya van hatin çûyînan min ji xwe ra dost jî didîtin. Piştî makîneyên kar derketin êdî kesî nexwest ji hêza dewaran îstifade bikin. Karê me kêm bû. Min jî serî li memûrtiyê da. Ez bûm memûr. Dema ez memûr bûm ev kar min rojên dawiya hefteyê dikir. Ez di sala 1996an da teqawid bûm. Niha bi tenê karê min ev e. Lê êdî kesên ku vî karî dikin kêm bûne. Ez çiraxan digerim li dest min nakevin."

- "Ji bo min ji vexwarina avê hêsantir e"

Kocataş got ku ji bo wî çêkirina kurtana ji vexwarina avê hêsantir tê û wiha axivî: "Ez kal bûme. Lê dîsa jî çêdikim. Kurtan ji bo heywanan tê çêkirin. Yanî em li ser kevilê wan avahiyekê çêdikin. Niha makîneyên bimotor derketin, îstîfadekirina ji heywanan nema. Li vir kerên hin Tirkmenan hene. Diçine ber pêz. Em ji wan ra kurtanan çêdikin. Berê pirsa ku ewil ji şivanan dikirin ew bû 'kurtanê kera te heye yan na?' Çimkî wê xwarina xwe û hemû tiştan bi xêra wê barî pişta heywanan bike."

Kocataş got ku kurtanekî bi hezar lireyî difiroşe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın