Jiyan

Derxistina hingivê kulîlkan yê Erdexanê ku tescîlkirî ye dest pê kir

Ji bona hingivê kulîlkan yê Erdexanê ku bi destê Saziya Patent û Markeyê ya Tirkiyeyê hatiye tescîlkirin dema derxistina hingiv dest pê kir

Nihat Kavşut  | 15.08.2019 - Rojanekırın : 20.08.2019
Derxistina hingivê kulîlkan yê Erdexanê ku tescîlkirî ye dest pê kir

Ardahan

Ji bona hingivê kulîlkan yê Erdexanê ku bi destê Saziya Patent û Markeyê ya Tirkiyeyê hatiye tescîlkirin dema derxistina hingiv dest pê kir.

Hingivê kulîlkan yê Erdexanê ku biharê kewaran datînin zozan û çiyayên bilind feydeyeke mezin dide aboriya Erdexanê.

Derxistina hingivê kulîlkan yê Erdexanê ku tescîlkirî ye dest pê kir

Ji bona hingivê kulîlkan yê Erdexanê ku bi destê Saziya Patent û Markeyê ya Tirkiyeyê hatiye tescîlkirin dema derxistina hingiv dest pê kir.Hingivê kulîlkan yê Erdexanê ku biharê kewaran datînin zozan û çiyayên bilind feydeyeke mezin dide aboriya Erdexanê.Qederê 735 mêşvanên endamê Yekîtiya Mêşvanan ya Erdexanê bi qederê 45 hezar kewarî hingivê Erdexanê hildidin.Kîloya hingivê kulîlkan yê Erdexanê ku bi destê Saziya Patent û Markeyê ya Tirkiyeyê hatiye tescîlkirin di navbera 80-100 lireyî da tê firotin. ( Günay Nuh - Anadolu Agency )

Qederê 735 mêşvanên endamê Yekîtiya Mêşvanan ya Erdexanê bi qederê 45 hezar kewarî hingivê Erdexanê hildidin.

Kîloya hingivê kulîlkan yê Erdexanê ku bi destê Saziya Patent û Markeyê ya Tirkiyeyê hatiye tescîlkirin di navbera 80-100 lireyî da tê firotin.

Îlhan Evliyaogluyê Serokê Yekîtiya Mêşvanan ya Erdexanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji bona hingivê kulîlkan yê Erdexanê dema derxistina hingiv dest pê kir û wiha got: "Şikir heyama hildana hingiv dest pê kir. Ji kewaran hingivê ku dihat texmînkirin hat derxistin. Hêvî dikin ku her gav wiha be. Endamên me erênî xeber didin."

Derxistina hingivê kulîlkan yê Erdexanê ku tescîlkirî ye dest pê kir

Muzeyyen Avşara li Omeragaya gundê Erdexanê mêşvaniyê dike diyar kir îsal ber û bereketa ku hêvî dikirin heye û got ku me ji kewarekê qederê 15 kîlogram hingiv derxist û ev jî li gor hêviya me bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.