Jiyan

Ji ber ku hewa germ e heywan hê jî li mêrgan diçêrin

Fikrî Sertkayayê heywanan xwedî dike: "Ji ber ku demsal xweş e 50 roj e pezê me li mêrgê ye. Ji ber ku hewa germ e berxên nûbûyî jî baş mezin dibin û nexweş nakevin.

Türkan Tosun  | 14.01.2021 - Rojanekırın : 15.01.2021
Ji ber ku hewa germ e heywan hê jî li mêrgan diçêrin

Diyarbakir

Li Diyarbekirê ji ber ku germa hewayê li gor demsalê zêde ye kesên heywanan xwedî dikin hê jî heywanên xwe li derva diçêrînin.

Her sal di mehên çileya pêşîn û paşîn da ji ber hewaya sar heywan di kom û tewleyan da dihatin xwedîkirin, lê îsal ji ber ku germa hewayê li gor demsalê zêde ye, baran kêm dibare heywan hê jî li mêrgan diçêrin.

- "50 roj e pezê me li mêrgê ye"

Fikrî Sertkayayê li Guroluka taxa Bismîlê dijî û pez xwedî dike got her sal di vê demsalê da heywan di goman da dihatin xwedîkirin, lê îsal heywan hê jî li mêrgan diçêrin.

Sertkaya wiha axivî: "Ji ber ku demsal xweş e 50 roj e pezê me li mêrgê ye. Ji ber ku hewa germ e berxên nûbûyî dinyayê jî baş mezin dibin û nexweş nakevin. Lê ji bo ku zîwahî çênebe em bendê ne ku baran bibare."

- "Em dixwazin berf û baran bibare"

Fethî Goksu jî anî ziman ji ber ku hewa germ e sibê heta êvarê ew pezên xwe li mêrgê diçêrîne û wiha axivî: "Feydeya vê hewaya biharê ji me ra heye. Lê dîsa jî em dixwazin berf û baran bibare. Heke zîwahî çêbibe wê zirarê bide."

- "Em dia dikin baran bibare"

Serokê Yekîtiya Kesên Pez û Bizinan Xwedî Dikin ê Diyarbekirê Abdullah Çetînkaya jî gor hewa germe û ji ber ku kêm baran dibare ew xemgîn in.

Çetînkaya wiha axivî: "Rewşa niha wek ku ji bo xwediyê heywanan baş xuya bike jî em dia dikin baran bibare. Heke baran nebare zîwahî wê çêbibe, bihayê êm û kayê wê pir zêde bibe. Evê jî bibe sedem ku mesrefa wan zêde be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın