Jiyan

Bi berfê li Cibiltepeya Navanda Xweşiqitandinê qerebalixiya rengîn çêbû

Haydar Şahin  | 14.01.2021 - Rojanekırın : 15.01.2021
Bi berfê li Cibiltepeya Navanda Xweşiqitandinê qerebalixiya rengîn çêbû

Kars

 Li Sariqamîşa navçeya Qersê ya berf lê dibare welatiyên hatin Cibiltepeya Navanda Xweşiqitandinê kêfa dilê xwe şiqitîn.

Li Cibiltepeya bi daristana çamê, berfa krîstal û pîsta xwe ya dirêj va bala hezkiriyên xweşiqitandinê dikişîne qalindahiya berfê ji 25 santêmî derbas bû.

Welatiyê barîna berfê wekî firsend dît bi malbatên xwe ra hatin navenda xweqşitandinê xwe bi snowborê şiqitandin. Hin kes jî li xizangê siwar bûn.

Halît Taşê Serokê Komeleya Otêlên Xweşiqitandinê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku li herêmê demeke diêj e berf nedibarî.

Taş got bi barîna berfê çavên xwe li rojê vekirin û wiha pê da çû: "Ji îro pê va berfê dest bi barînê kir. Di nav 4-5 rojên pêşiya me da berfê dewam bike. Înşaellah di demek nêz da Sariqamîşê bigihêje berfa xwe ya krîstal. Sezon ji her kesî ra bi xêr be, bi ber û bereket be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.