Kurtulmuş di "Hevdîtina Malatyayê ya Bijîşkên Cihanê" ya ku li Hola Konferansê ya Şaredariyê hat lidarxistin de axivî û wiha got: "Ev serdema ku em tê de dijîn ji aliyê refaha mirovahyê ve serdema herî sûdwer e."
Kurtulmuş got di dinyayeke wiha dewlemend de hê jî hin mirov nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bînin cî û wiha pê de çû: "Kêm zêde nîvê nifûsê cihanê debara xwe bi 2 dolaran ve dike. Li hêleke dinyayeke wiha heye û li hêla din jî civakeke serfker a ku di nava luks û refaheke ku ji hemû derfetên jiyanê îstifade dike heye. Li hin welatên dahata wan a serê meriv 40, 50 û 60 hezar dolar e."
Kurtulmuş wiha got: "Duhê dibe ku li Afrikayê hinek meriv mijara bazirganiya koleyan bûn, lê îro em li dinyayeke wisa dijîn ku jixwe ji 3yan 1ê nifûsê wê bûye kole. Li pêşiya me tabloyeke wiha nerind û xirab heye. Di eslê xwe de divê em vê nêrînê biguherînin. Divê em paradîgmayên şaristaniya ku li dinê deshelatdar in, biguherînin. Hewce ye em paradîgmayeke wisa li dinê hakim bikin da ku îhsan, dadwerî, heqperestî, hevkarî û hevparî derkeve pêş."