Bi pevajoya çareseriyê li herêmê aramî û ewlehî hat bidesxistin. Xwendekarên ku ji derveyî welêt hatin jî bûn şahidê vê aramî û ewlehiyê. Li kontara çiyayê Cûdiyê çalakî hat lidarxistin û 35 xwendekarên zanîngehê yên ku di çarçoveya projeyê de ji Polonya, Tûnûs, Gurcistan, Îtalya û Ukraynayê hatin, li kontara çiyayê Cûdiyê bi stranên kurdî dîlanê girtin.
Ji bo xwendekaran li bajaroka Gorumluya li kontara çiyayê Cûdiyê sifreyên taştêyê hatin amadekirin. Xwendekaran xwarinên herêmî xwarin.
Xwendekar bi welatiyên ku li kontarê çiyayê Cûdiyê derketin seyranê re hatin bal hev û poşî dan serê xwe û bi stranên kurdî govend girtin.
Xwendekara ukraynayî Nata Masechkoyê got ku berê niha du caran hat Tirkiyeyê lê cara ewil e ku herêmê ziyaret dike.
Masechkoyê got ku beriya ku bê der barê herêmê de li ser înternetê lêkolîn kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dema ez hatim vir min dît ku li vir pevçûn tune ne. Ev der ji nûçeyên çapemeniyê gelekî cuda ye. Mirov gelekî alîkarxwaz in. Em ji herêm û çandeke cuda tên, bi zimanê wan naaxivin, lê digel vê yekê malên xwe ji bo me vekirin, xwarinên xwe bi me re parve kirin."
Masechkoyê got ku "Beriya ku ez bêm, min pêvajoya çareseriyê bihîstibû, lê min nedizaniya ka tê tetbîqkirin an na. Piştî ku ez hatim vir û min dît ku mirovên vir çiqas mazûvanên baş in, ez dibînim ku pêvajoya çareseriyê li vir tê tetbîqkirin."
Masechkoyê ji bo bernameyê spasiya YE û Qaymeqamiya Silopiyê kir û got ku "Em dixwazin ku hûn jî bên welatê me û mazûvantiya me bibînin. Niha li welatê me alozî hene, lê hêvîdar im ku dê ew jî xilas bibin."
Xwendekarên gurcistanî jî dan zanîn ku Silopiyê gelekî ecibandin.
Koordînatorê Projeyê Alî Bîlgîn jî da zanîn ku YEyê proje fînanse kiriye û projeyê ji bo ku herêmê bidin naskirinê xwendekarên ji derveyê welêt tetbîqkirin.
Bîlgîn da zanîn ku xwendekar ji bernameyê gelekî memnûn man û ji bo xwendekaran gelek çalakî li dar dixin.