Haydar Şahin
20 Hezîran 2020•Rojanekirin: 21 Hezîran 2020
Hirçên boz ên li Sariqamîşa navçeya Qersê dijîn û bi cihazan tên teqîbkirin ji bo xwarinê bibînin û kudikên xwe mezin bikin dest pê kirin ber bi Artvîn, Erzirom û Erdexanê koç dikin.
Hirçên li daristana Sariqamîşê dijîn her sal di mehên hezîran û tîrmehê da ji bo xurekê û mezinkirina kudikên xwe koçî herêmên din dikin.
Ekîbên Komeleya Tebîetê ya Bakurê ji sala 2006an vir da bi destûra Wezareta Çand û daristanan li daristanên Sariqamîş û Erziromê li ser jiyana beyanî lêkolînê dikin. Ekîban tesbîtkirin ku hirçên cihaz avêtibûnê ji bo xurekê koçî Şawşata Artvînê, Narman û Şenkayaya Erziromê û Goleya Erdaxanê dikin.
Hirçên herî zêde diçin Şawşatê mêwe û nebatên dewlemend ên li vê derê dixwin û bi sarbûna hewayê dîsa vedigerin Sariqamîşê.
Hirç di mehên cotmeh-mijdarê da dîsa heman rêyê teqîb dikin tên daristana Sariqamîşê ku têkevin xewa zivistanê.
- "Sariqamîş ji bo hirçên boz, gur û werşeqan ciyekî girîng e"
Emrah Çobanê Kordînatorê Zanistê yê Komeleya Tebîeta ya Bakur diyar kir ku bi cihaz, fotokapan û vîdeokapanê jiyana kovî teqîb dikin.
Çoban got di dema koçê da hirç diçin herêmê cuda û wiha pê da çû:
"Heywan ji bo bi rihetî bijîn herêmên ji merivan dûr tercih dikin. Ev jî ji bo zehf girîng e. Sarîiqamîş ji bo hirçên boz, gur û werşeqan ciyekî girîng e. Qîmeta xebatên li vê derê tên kirin her ku diçe zêde dibe. Xebatên teze agahiyên teze didin me. Em jî ji bo domandina xebatan çi ji destê me tê dikin. Em texmîn dikin ku hirçên boz ji bo xwe xwedî bikin û biterikin koç dikin."
Çoban got hirçên cihaz avêtinê û teqîb dikin ji 250 kîlomêtreyî zêdetir rê diçin.
Çoban destnîşan kir ku hirç di nav daristanan da dimeşin û wiha axivî: "Ev jî tê wê meneyê ku heywan van deran dizanin û bi salan e vê rêyê teqîb dikin û hînî kudik û cewrikên xwe dikin."