ANKARA
Li gor îstatîstîkên ÎŞKURê jimara bêkarên li saziyê qeydkirî dawiya hezîranê gihaşt 2 milyon 273 hezar û 740 kesî. Ji bêkarên qeydkirî 118 hezar û 685 kes ji bo karmendiya bûroyê, 49 hezar û 529ê wî ji bo şêwirmendiya firotinê, 38 hezar û 659ê wî jî ji bo pêşhesapgêriyê serî lê dan. Ji 2 milyon 273 hezar û 740 bêkarên qeydkirî milyonek 60 hezar û 377 kes destûrdarê dibistana pêşîn e, 119 hezar û 275 kes mezûnê lîsansê, 8 hezar û 882 kesan lîsansa bilind kirine, 322 kesî jî doktoraya xwe kiriye.
Kardêran jî ji bo 125 hezar û 76 karkeran serî li ÎŞKURê dan. Jimar û pîşeyên ku kardêr di heziranê de digeriyan wiha ne: "4 hezar û 70 peywirdarên ewlehiyê, 3 hezar û 320 şêwirmendên firotinê, 3 hezar û 170 terzî, 2 hezar û 857 garson, 2 hezar û 440 karmendên bûroyê, 2 hezar û 339 qaynaxçiyên bin xazê, 2 hezar û 62 peywirdarên navenda agahiyê, hezar û 808 qaynaxçiyên cokê, hezar 753 karkerên konfeksiyonan, hezar û 576 kasiyer û hezar û 573 peywirdarên reyonê."
Terzî û qaynaxçiyên bin xazê mehên berê jî dihatin talepkirin. Kesên dikarin van karan bikin bi heqekî di navbera hezar û 300 û 2 hezar lîreyî de diguhere dişên kar peyda bikin.
Hewcedariya herî zêde di sektora îmalatê de ye
Sektora ku herî zêde hewcedarê xebatkaran e bi 51 hezar û 238 serîlêdanan sektora îmalatê ye. Piştî sektora îmalatê bi 13 hezar û 665 serîlêdanan bazirganiya tevayî û perekende û temîrata wesayîtên rêbêj û motorsîkletan, bi 8 hezar û 840 serîlêdanê xizmetên xwarin û bicîkirinê, bi 8 hezar û 516 serîlêdanan faliyetên xizmetên piştgirî û kargêriyê û bi 8 hezar û 26 serîlêdanan sektora înşeatê tê.