27 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2017
MUŞ
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hin welatî bi paqijkirina berfa li ser banên xaniyan debara xwe dikin.
Welatiyê ku li pişta xwe ben girêdidin, ji bo ewlehiyê jî tedbîran distînin û derdikevin serê banê xaniyan, lodên berfê paqij dikin.

Li Mûş, Hekarî, Bidlîs û Wanê zivistan zehf dijwar derbas dibe û jiyana rojane ya gelê herêmê radiweste. Herwiha lodên berfê yên li ser banê xaniyan çêdibin jî dibin debara hin xebatkaran.
Gelemperî 3-4 kes digihêjin hev ekîbekê ava dikin û bi hev du ra perfê paqij dikin. Xebatkarên derdikevin ser banên bilind ji bo ji ser banan neşemitin nekevin, serê benê ku bi pişta xwe ve girêdidin bi beton, dîreg an jî cihekî din ve girêdidin.

Ji ekîbê yek jî li serê ban disekine bi ben digire da ku yê paqij dike nekeve.
-Ewlehiya me benê bi pişta me ve ye
Li Mûşa ku lê bilindiya berfê digihê metre û nîvekê xebatkarên ku banan paqij dikin rojane 80-100 lireyî qezenc dikin.
Ji karkeran Hasan Gulevî daxuyanî da nûçegihanen û got ew li hêviyê ne ku berf bibare.
Gulevî got ku gelek meriv li kehwexaneyan de betal dirûnûn û li hêviye ne ku berf bibarere. Gulevi wiha peyivî:

"Karê em dikin gelekî zor û zehmet e. Em xwe bi werîsên ku diavejine pişta xwe, xwe diparizin. Hevaleke me jî serê werîsê digire û bi vî awayî ji banan em berfê paqij dikin. Çi bêjim, em mecbur in nanê me li serê werîs de ye."
Ji karkeran Kerem Yildirim jî wiha got: "Em tahlûkeya paqijkirina banan dizanin û li gor wê jî xwe diparêzin. Rojane me 80 lire ye û caran jî li gor mezinahiya banan ev biha diguhire."