Abdullah Tel
23 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2017
HAKKARÎ
Li Tirkiyeyê ji bajarên herî zêde berf lê dibare yek jî Hekarî ye û bi armanca pêşvebirina tûrîzma zivistanê ya li bajêr xebatan dest pê kir.
Li Hekariya piştî bi dawîbûna operasyonên hêzên ewlehiyê tê xwestin ku behsa bajêr di qada tûrîzma zivistanê da bê kirin.

Midûrê Tûrîzm û Çandê yê Bajêr Îdris Agacanoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji hêla tûrîzma zivistanê va bajar xwedî siûdeke baş e û 5 meh berf dibare û li erdê 6 meh berf heye, ev yek jî avantajeke pir mezin e ji bo bajêr.

Agacanoglu destnîşan kir ewê ji bo pêşketina tûrîzma zivistanê, hatina tûrîstan bi operatorên ger û acenteyan ra têkiliyê daynin û wiha pê daçû: "Di sala 2018an da emê mihrîcana zivistanê ya duyemîn organîze bikin. Di vê da armanca me ew e ku bi qasî 5 hezar kes bên. Ji bilî vê di medyaya civakî da jî ji bo nasandina bajêr û mihrîcanê emê hewl bidin û bi saziyên civakî yên sivîl ra kar bikin."
Li Hekariyê Navenda Kaşokê ya Mêrga Botan heye û ew der ji ber nêzî sînorê Îran û Iraqê ye û bilind e ji bo tûrîzma zivistanê gelek bi kêr e.