Li Sulusaraya navçeya Tokatê ji ber deynên şaredariyê hecz hat li ser 2 eraziyên goristanê û 25 avahiyan.
Serokê Şaredariya Sulusarayê Halîl Demîrkol ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew di 30ê adara 2014an de wek şaredar hat hilbijartin û dema dest bi kar kir dît ku deynê şaredariyê gelek e.
Demîrkol wiha axivî: "Me dît ku deynê şaredariya me 5 milyon û 500 hezar lîre ye û îcra hatiye li ser goristanên li herêma Buyuk Kiraç û Uzun Kiraçê. Em şaş û metel man û li ber xwe ketin. Em xemgînin ku paşeroja me û kal û bavên me ketine rewşeke wiha. Armanca me ew e ku goristan ji heczê bên xilaskirin."
Demîrkol got ku 3 şirketan şaredarî dane îcrayê û wiha dewam kir: "Depoya avê ya şaredariyê jî di nav de li ser hemû tiştan hecz heye. 25-30 avahiyên me biheciz in. Wesayîta min a meqamê ji hêla Midûriyeta Ewlekariyê ya Tokatê ve hat girêdan. Welatiyên me ji ber ku heciz hatiye li ser goristanan xemgîn in û bertekê nîşan didin."