Goristan namzedê Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (ÛNESCO) ye jî. Bilindahiya kêlên goran û neqşên li ser kêlan gelekî bala ziyaretvanan dikşîne.
Rêberê tûrîstan Bûrkay Yener daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku herêm ji aliyê dîrokî ve gelekî girîng e.
Yener diyar kir dîrokvan dibêjin ku Ahlat di heyama osmaniyan de jî gelekî girîng bû û got ku goristana herî mezin a tirkan a li cîhanê li Ahlatê ye.
Yener ragihand ku di ciheke bi qasî 210 metrekareyê de 60 hezar goristan hene û got ku sandûqa û gumbetên li goristanê der barê jiyana wê heyamê de agahî didin û di goristanê de şopên hunera tirk-îslamê hene.
Halîl Dogrû jî ji Stenbol ji bo ku goristanê ziyaret bike hat navçeyê û wiha axivî: "Dema min goristanê dît gelekî mat mam, neqşan gelekî bala min kişand."
Ji ziyartevanan Ersîn Erdal jî got ku ji Stenbolê beşdarî geştê bû û ji ber ku dewlemendiya li Ahlatê dît gelekî kêfxweş e.