2017 ж. 06 ақпан•Rojanekirin: 2017 ж. 07 ақпан
MARDÎN
Li goristaneke Nisêbîna navçeya Mêrdînê ku weke Goristana Hecacan tê zanîn, hejmarek zêde çek û muhîmata PKKya rêxistina terorê hat dîtin.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat hildan, di encama xebatên Şaxa Îstîxbaratê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr de, ji aliyê ekîbên Buroya Dijî Terorê ya Nisêbînê li Goristana Hecacan lêgerîn hat kirin.
Di encama lêgerînê de 21 serê moşekê, 4 dûrbîn, malzemeyên di çêkirina sîstemên teqemeniyê de tên bikaranîn, 3 bêtlên destan û tifingên nîşangiran, bîksî, 6 kalaşnîkof, 2 demançe û hejmarek zêde guleyan wan û gelek dokûmanên rêxistinî hatin dîtin.
Operasyona li herêmê dewam dike.