BATMAN
Li Şahînliya gundê Gercuşê ya li cihê ku çemên Dîcle û Batmanê xwe digihînin hev e gundî zerzewatên xwe bi kelekan derbasî hember dikin.
Gundiyên Şahînliyê ewên ku zerzewatên xwe bi kelekan derbasî hemberê çemê Dîcleyê dikin bi vî karî debara xwe bi dest dixin û dibin li Batmanê difroşin. Dîroka kelekê ya ku gundî pê diçin û tên, diçe 2 hezar sal beriya mîladê.
Rêya hin gundan bi rêbejê 3 saetan dikişîne û ji ber vê yekê jî gundî bi kelekan zûka derbasî Batmanê dibin.
Ji gundiyan Ubeydullah Uzum daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir zerzewatên xwe bi kelekan derbasî hemberê çemê Dîcleyê dikin û dibin li Batmanê difroşin û debara xwe pê dikin.
Uzum got ku şeveqê di saet 5an de radibin û kelekan derbasî hemberê çêm dibin. Ew jî dizanin ku bi vî karî derbasbûn tiştekî bixeter e lê belê ji bo debarê mecbûr in ku wiha bikin. Uzum ragihand ku sala par pismamekê wî gava derbasî hember dibû ket avê û xeniqî.
Hat ragihandin ku di sala 2012an de li ser çemê Dîcleyê avahiya pira Kantarê dest pê kir û vê gavê dewam dike. Welatî li bendê ne ku gava avahiya pirê xelas bibe êdî kelekê dê bi tenê ji bo gerên tûrîstîk werin xebitandin. Tê gotin ku ev pire derdê gundiyan re dê bibe çareyeke mezin.