ŞIRNAK
Hevaltiya Mahfuz Adakê ku li Fînlandiyayê li kargeha pîzzafiroşiyê ajokariyê dike û Helena Karolîîna Huuhanmakiya 2 sal berê li Toîjalayê li cafeyekê hevdu nas kirin. Hevaltiya Mahfuz Adak û Helena Karolîîna Huuhanmakiya ya ku di beşa endezyariya çandiniyê de dixwîne piştî demekê guherî evîniyê. Di vê navberê de Adak mecbûr ma ku vegere li ba malbata xwe ya ku li Cizîrê ye.
Her du evîndaran têkiliya xwe nebirîn û bi telefonê axivîn û biryar dan ku bizewicin. Mahfuz Adak gote hezkiriya xwe ku ancax bi şertê misilmanbûnê dikarin bizewicin û li ser vê yekê Helena qet nefikirî û demildest got ku dê bibe misilman.
Helena pişt re hat Cizîrê û malbata Adak nas kir. Helena piştî muameleyên fermî bi Adak re hat miftîtiya navçeyê û diyar kir ku dixwaze bibe misilman. Li ser vê yekê li miftîtiya navçeyê merasîma îhtidayê hat lidarxistin.
Miftiyê navçeyê Mehmet Samî Yildiz di merasîmê de Qur'an xwend. Helena Karolîîna Huuhanmakiya bi Yildiz re şehadeta xwe anî û li ber şahidan misilman bû û navê Zerîn girt.
"Piştî misilmanbûnê deriyê jiyana min vebû"
Yildiz hin agahiyên dînî bi îngilizî ji Zerîn Adak re qise kir û Qur'an diyariyê wê kir. Pêşî mehra wan a dînî birîn pişt re mehra fermî hat kirin. Zerîn Adak daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir ku bi saya hevserê xwe misilmanti hilbijart û şadiya xwe anî ziman û got ku min bi saya wî di jiyana xwe de rêya herî rast hilbijart û ez misilman bûm, gelekî kêfxweş im.
Zerîn Adak diyar kir ku jiyana wê ya berê niha wekî sindoqeke girtî bû û got ku piştî ku misilman bû barekî giran li ser milên wê rabû.
Adak diyar kir ku ji mêj ve bala wê li ser misilmantiyê bû û bi pêşniyaza Mahfuz ev hest xurt bûn û got ku deriyê jiyana min a ku beriya misilmanbûnê girtî bû, vebûn.
Mahfuz Adak jî destnîşan kir ku ji bo kar çû Fînlandiyayê û dema li pîzzafiroşekî ajokarî dikir Helena Karolîîna Huuhanmakiya nas kir û piştî demeke kurt aşiqê hev bûn.
Adak da zanîn ku mecbûr ma pişt re vegere Cizreyê û wiha axivî: "Piştî ku ez vegeriyam Cizîrê jî têkiliya me qut nebû û em axivîn û me biryar da ku em bizewicin. Lê min got ku ji bo zewacê divê tu misilman bî. Zerîn ji bo ku misilman be û bi min re bizewice tena serê xwe ji Fînlandiyayê hat Cizîrê. Me hemû muameleyên xwe kir, pêşî mehra dînî pişt re jî mehra fermî birî. Em ê piştî demeke kurt vegerin Fînlandiyayê."