Abdullah Tel
09 Îlon 2017•Rojanekirin: 19 Îlon 2017
KARS
Gola Werdekê ya li Geliyê Kewan a Sariqamişa navçeya Qersê ye ji bo çivîkên curbecur cih û war e sal û danzde meh xweş e.
Gol bi qasî 10 kîlometreyî ji navenda navçeyê dûr e, werdekên kovî, survêtk û gelek çivîkên din dihewîne û ji bo wan stargeh e.
Bi hatina payîzê va reng û rûçikên golê û derdora wê jî guherî. Werdekên tevlî cucikên xwe ku li ser golê diçin wî serî û tên vî serî ji bo wênekêşan dîmenên gelekî xweş radixin pêş çavan.

Kasim Gunduzê di çêwlika masiyan a nêzî golê da dixebite daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku navçeya wan bi gola xwe û xweşikiyên xwe yên ji hêla siruştî va li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji cihên herî xweş yek e.
Gunduz diyar kir ku Gola Werdekê sal danzdeh meh xweş e û wiha pêda çû: "Cucikên werdekan qasî 2 meh berê ji hêkê derketin û niha jî hînî xwe xwedîkirin, soberî û firînê dibin. Em jî li vê derê ji bo starbûna wan hewl didinû wan ji nêçîrvanên qaçax diparêzin."
Berê êvarê dema werdek li ser golê diçin ji bo wênekêşan dîmenên pir xweş derdikevin holê.