İbrahim Atmaca
05 Mijdar 2019•Rojanekirin: 06 Mijdar 2019
Gola Uçkayayê ya li Îdirê payîzê dîmenên xweş derxist meydanê.
Gol li navçeya Tuzlucayê gundê Uçkayayê di nav gund da ye. Her demsal bi siruşta xwe va xweş dibe. Li aliyekî golê geliyekî kûr heye, li aliyê din jî darên curbecur hene.
Gol bi taybetî payîzê rengîn dibe. Rûyê golê 28 hezar mêtreqare ye. Piştî xebatên danasînê wê seba ziyaretê vebe.
Gola Uçkayayê payîzê jî xweş e
Gundî ji bo danasîna golê ketin liv û tevgerê, bi piştgiriya dewletê û derfetên xwe der û dora golê çêkirin û dixwazin bi turîzma golê dahatê bi dest bixin.
Mixtarê Gundê Uçkayayê Kemal Otay diyar kir, piştî ku turîst golê nas bikin û çûyîn û hatin çêbe, gundê Uçkayayê di serî da gundên derdorê jî wê biguherin û pêş bikevin.
Otay diyar kir, gol weke bihuşteke veşartî ye û heta niha siruşta wê xerab nebûye û wiha dewam kir: "Gola me pir xweş e, di nav da masî hene, ava wê paqij e, siruşta wê qirêj negirtiye. Dilê me heye em vê derê têxin qada turîzmê."
Ji gundiyan Yeter Kitayê jî got ku heke çûyîn û hatina turîstan çêbe, wê seba ciwanên herêmê bibe deriyê dahatê.