ANKARA
Wezîrê Karên Daristan û Avê Weysel Eroglu ragihand ku doza der barê Gola Çeto ya ku ji bo welatiyên Tunceliyê pîroz e, paşde kişandin. Eroglu got ku dê park bê parastin û ji bo zêdekirina şînahiya parkê dê xebat bên kirin.
Di daxuyaniya Serokatiya Karên Daristan û Avê de hat diyarkirin ku doza der barê Gola Çeto de li ser telîmata Wezîr Eroglu paşde kişandin.
Şaredariya Tunceliyê û saziya Lîmakê ya Hilberîn, Vejen û Veberhênanê ji bo ku dest nedin parkê û parkê bînin rewşa berê doz vekiribû. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Midûriya Giştî ya Karên Avê ya Dewletê ji bo paşde kişandina dozê serî li Dadgeha Hiqûqê ya Esliyeya Tunceliyê da.
Wezîrê Karên Daristan û Avê Eroglu li ser niqaşan daxuyaniyeke wiha dabû: "Me cihê li ser rêya Pilûmûr û Dersimê ya ku DSIyê xwemalî kiribû xistibû park. Ev cî dê wek park bimîne. Xirakirina Parka DSIyê ya Tunceliyê ne gengaz e. Doz der barê mulkiyetê de ye.
Piştî ku Weysel Eroglu der barê mijarê de telîmat dan hiqûqnasên wezaretê û Midûriya Giştî ya DSIyê doz paşde kişandin.
Eroglu biryar nirxand û diyar kir ku di maijara cihên ku ji hêla gel ve wek pîroz tên qebûlkirin de gelek hesas in û wiha axivî: "Me di daxuyaniyên xwe yên berê de jî gotibû ku park nayê xirakirin. Me gava der barê vê mijarê de avêt û sozê xwe bi cî anî. Bila dilê welatiyên me aram be. Çawa ku em parkê û cihê ziyaretê diparêzin, di serî de li Tunceliyê peydakirina ava vexwarinê dê xebatên me yên der barê parastina daristan û jiyana xwezayî bidomin."