NYON
UEFAyê ji ber îdiayên şîkeyê cezayê 2+1 sal dabû Fenerbaheyê. Li gor vê biryarê heta dawîbûna cezayê dê Fenerbehçeyê nikaribe di pêşbirkên Kupayên Ewropayê de bileyîze. Li ser vê Tîma Fenerbahçeyê him ji bo biryarê û him jî ji bo îdiayên şîkeyê îtiraz li UEFAyê kir.
Serokê Fenerbahçeyê Azîz Yildirim, parêzer û birêvebirên kulubê û şahid, ji bo parastina der barê îdiayên şîkeyê de, li civîna danaşîna navenda UEFyê ya Nyona Swîsreyê amade bûn.
Di parastinê de ewil 7 parêzerên ku ji Tirk û biyaniyan pêk dihatin axivîn û îtirazên xwe anîn ziman. Di danaşînê de pêşbirkên ku bûne mijara şîkeyê nirxandin û şahid jî hatin guhdarkirin.
Carna navber dane danaşînê û ber bi dawîbûna danişînê Serokê Fenerbahçeyê Azîz Yildirim jî axivî û paşê ji bo nirxandinan parêzeran dewam kir.
Civînê 7 saet dewam kir û hin kes jî ji nevanda UEFAyê vegetiyan.
Hat diyarkirin ku Lijneya Hêzdarkirina UEFAyê ji bo eşkerekirina biryara xwe ya derbarê Fenerbahçeyê dîrok eşkere nekiriye.
Derbarê îdiayên şîkeyê de UEFAyê ceza dabû Bêşîktaşê jî, Beşîktaş jî parastina xwe îro dike û parastin niha jî dewam dike.