İSTANBUL
Serokomar Abdullah Gûl, Alikarê Serokwezîr Bulent Arinç, Alikarê Serokê Giştî yê CHPê Faîk Oztrak, Wekîlserokê Koma MHPê Oktay Vural, Waliyê Îstanbulê Huseyîn Avnî Mutlu, Midûrê Ewlehiyê ya Îstabulê Hûseyîn Çapkin, Miftiyê Îstanbulê Rahmî Yaran, Serokê Şaredariya Şîşlîyê Mustafa Sarîgûl, Serokê Federasyona Futbolê yê berê Mehmet Alî Aydinlar, hunermend Ajda Pekkan, Futbolîstê neteweyî yê berê Arîf Erdem û gelek mêvanên din beşdarî fitarê bûn.
Serokomar Gûl di axaftina xwe de diyar kir ku ew ji ber çalakiyeke wiha pir kêfxweş e û axaftina xwe wiha domand:
"Em çiqas hev fêm bikin, xwe bixin şûna kesekî din, çiqas empatî bikin em ê di vî welatî de ewqas piştevaniyê pêk bînin. Em ji bîr nekin ku ev welat welatê me hemûyan e. Em hemû welatî welatiyên wekhev in, tu kes ji kesî zêde nîne. Ji bo xwedîderketina welêt û rewşeke biaram her kes wek hev berpirsyar e. Di vî welatî de gelek kar hene ku divê bên kirin. Her çiqas di salên dawîn de Tirkiye di pêşveçûyînê de ketibe pêvajoyeke bi lez û mezin jî, hin negihîştiye welatên Ewropayî. Hê reyeke dirêj li ber me heye. Ji bo ku em wek wan bin divê aramî û îstiqrar hebe. Ji ber vê jî rêz û hezkirin şert e. Ji ber vê em girîngiyê didin van hevdîtinan."
Alikarê Serokwezîr Arinç jî wiha axivî: "Ez dizanim ku wek Hezretî Elî, dost û birayên me yên elewî û bektaşî jî Pêxember pir hez dikin. Heta wisa ku wek Hezretî Elî dixwazin li ser doşeka mirinê razên û canê xwe feda bikin. Ew Heyderê Kerrar yê ku ew roj li ser doşeka mirinê razabû ji bo Îslamê û Pêxemberê Îslamê hemberî hemû dinyayê sekinîbû."
Arinç ragihand ku wek hikûmet ew li ser daxwazên elewiyan pir difikirin ku çi bikin û diyar kir ku ew dixwazin bersîvên erênî bidin elewiyan.
Serokê Federasyona Elewî û Bektaşî yên Anadoluyê Cengîz Hortoglu jî diyar kir ku hin kes ji sifreyên fitaran yên wiha aciz in. Ji ber ku elewî û sunî tên li cem hev û wiha got: "Em dizanin ku hin kes ji vê rewşê aciz in. Lê divê ew bizanibin ku goristanên me wek yên xiristyanan ne cûda ne. Li ser vî axê elewî û sunî her kes bê cûdabûn di heman goristanê de defin bûne. Hêza tu kesî wê têrê neke ku ew kesên ku li cem hev defin bûne, bi zindî ji hev bên veqetandin."