Abdullah Tel
26 Nîsan 2019•Rojanekirin: 01 Gulan 2019
Gola Balikê ya herî bilind a Tirkiyeyê ku hê jî cemeda ser neheliyaye û dora wê jî bi berfê xemiliye, bi xêliya xwe ya spî balê dikşîne.
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê ev Gola Balikê ya mîna bihûşteke veşarî ye her demsal li benda ziyaretvanan e.
Gola Balikê ya ku li texma Zozana Sînegê ye şeş mehên salê di bin berf û cemedê da ye û bi vê taybetiya xwe jî ji golên taybet ên Tirkiyeyê yek e.
Bi girav, masî û çivîkên xwe gol wekî resmeke çêkiriye û bi taybetî jî di dawiya demsala zivistanê û serê biharê da ji bo wênekêş û çiyageran qonaxa serekeye.
Gol di mehên zivistanê da bi tevahî diqerise û heta serê meha gulanê jî cemed jê kêm nabe, ji bo welatiyên li gundê dor berê dijîn jî navenda masî girtinê ye.
Şêniyên gundan di meha mijdarê da cemeda rûyê golê dişkênin û mîna eskîmoyan masiyan digirin, wextê qedexeya nêçîrê dest pê dike jî kelek û torên xwe ji bo heyama nû ya masîgirtinê amade dikin.
Ji şêniyên goma Samanliyê ya li ser Bazîdê ye Ahmet Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Ev gol şeş meh di bin berf û cemedê da ye. Demsala biharê li vê derê bi zor û zehmetî derbas dibe. Rûyê golê di meha mijdarê da cemed digire û heta gulanê jî nahele. Em nêzî 15 mal li vê derê dijîn û debara xwe bi cotkarî û masîgirtinê dikin."