Sidar Can Eren
17 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2024
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê Golên Katirê ku bilindahiya wan 3 hezar 100 raqim e, li benda siruşthezan in.
Ovacix bi bi xweşikahiyên xwe yên siruştî her demsal bala ziyaretvanên xwecî û biyanî dikişîne.
Golên Katirê jî dikevin bakurê navçeyê ser Çiyayên Mercanê. Gol bi taybetî havînê bi siruşta xwe ya bê hemta va bala çiyageran dikişînin.
Komên gerê yên ku bi tûrên rojane tên navçeyê, piştî amadekariyan bi rê dikevin û derbasî texma gundê Şahverdiyê dibin.
Siruşthez li vê derê qasekê bêhna xwe vedidin û paşê bi rêberan ra berê xwe didin Golên Katirê yên ku 3 hezar û 100 raqim bilind in.
Siruşthez ji şiverêyên zehmet ra nêzî 4 saetan dimeşin û bi çiyê va hilpask dibin û paşê digihêjin qada ku gol lê ne.
Siruşthez ji bo ku hênik bibin dikevin golên cemedê.
Berfîn Oralê ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew beşdarî çalakiyên geşt û gerê dibe ku ji stresa bajêr dûr bikeve.
Oralê diyar kir, Tuncelî bi gelî, şelale û çiyayên xwe va warekî xweş e û wiha dewam kir, "Ez cara ewil hatim ser Golên Katirê û ev der cihekî muhteşem e. Ez çûm ser gelek golên Tunceliyê, lê vê derê xweştir e."
Wênekêş Hasan Yildiz jî diyar kir ku ew di piraniya wextê xwe da li ser çiyan digere û hewl dide ku cihên nû bibîne.
Ozcan Aydin jî got ku ew salên dûr û dirêj li Stenbolê ma û niha bar kir û hat Tunceliyê.