Germahiya hewayê li 31 parêzgehan 40 pile derbas kir

Ankara
Li seranser welêt ku germahiya hewayê ji ser normalên demsalê da diçe, îro termometreyan li 31 parêzgehan zêdeyî 40 pileyan nîşan da.
Li gorî daneyên li ser malpera Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyêli seranserê welêt germahiyê bi qasî 6 heta 12 pileyan ji ser normalên demsalê va diçe.
Li Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Şanliurfa, Batman, Diyarbekir, Gazîentab, Kilîs, Antalya, Adiyaman, Mugla, Hatay, Kahramanmaraş, Aydin, Îzmîr, Denizli, Edene, Bîngol, Elezîz, Manîsa, Burdur, Balîkesîr, Eskîşehîr, Tuncelî, Edirne, Mersîn, Meletî, Uşak, Çanakkale, Osmaniye û Mûşê di pîvanên li ber siyê û di nava sîperên bi qasî metroyekî ji erdê bilind da, germahî derket ser 40 pileyan.
Li van 31 parêzgehan, germahî li gorî navçeyan ji 40 heta 50,5 pileyan diguhere.
Germahiya herî bilind a ku îro li seranserê welêt hat tomarkirin, li navçeya Silopiya Şirnexê 50,5 pile bû.
Germahiya hewayê li navçeya Kiziltepeyê ya Mêrdînê 49.6 pile, li navçeya Cîzîrê ya Şirnexê 49.4 pile û li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 49.3 pile hat pîvandin.