Jiyan

Ev lîse di tetîlê da jî wek atolyeyê dixebite

Xwendekarên Lîseya Anadoluyê ya Teknîk û Pîşeyê ya Nurettîn Dolgun yên mase, sekî, dolab û mobîlyayên dibistan û saziyên kamuyê çêdikin wê di betlaneya hawînê da jî bixebitin

Türkan Tosun   | 09.08.2019
Ev lîse di tetîlê da jî wek atolyeyê dixebite

Ağrı

Li Agiriyê xwendekarên Lîseya Anadoluyê ya Teknîk û Pîşeyê ya Nurettîn Dolgun yên mase, sekî, dolab û mobîlyayên dibistan û saziyên kamuyê çêdikin wê di betlaneya hawînê da jî bixebitin.

Xwendekarên lîseyê li atolyeya lîseyê ji dibistan û saziyên kamuyê ra mase, sekî, dolab, refên pirtûkan, taxima odeyên meqaman çêdikin.

Lîseyê ji van alavan par 2,3 milyon lire cîro bi dest xist.

Di atolyeyê da gelek xwendekar dixebitin, him hînî kar dibin û him jî bi mehaneya ku distînin ra alîkariya malbata xwe dikin.

Her çiqas lîse ji ber havînê tetîl be jî xwendekar tên atolyeyê û dixebitin.

- "Her meh 60 xwendekarên me li vir dixebitin"

Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr Faruk Tekîn ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand feydeya atolyeya lîseyê ji bajêr ra heye û wiha axivî: "Em hewcedariyên hemû dibistanên Agiriyê ji vir peyda dikin. Bi taybetî maseyên mamosteyan û meqaman, heta wisa ku hin pêdiviyên Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr jî ji hêla vê lîseya me va tên peydakirin. Her meh 60 xwendekarên me li vir dixebitin. Him hewcedariyên me tê dîtin, him jî feydeya wan digihêje malbata wan."

- "Em dixwazin cîroya me zêde bibe"

Midûrê Lîseyê Mehmet Ozmuş jî got îsal wan 816 hezar lire bi dest xistiye û wiha dewam kir: "Înşallah heta dawiya salê ev rêjê wê zêde bibe. Em dixwazin ji bo bajarên cînar jî bixebitin. Me ji bo vê xebat kirin. Em dixwazin cîroya me zêde bibe û em xwe baş bidin nasîn. Înşallah di sala 2020an da emê tiştên din jî çêbikin."

Xwendekar Saît Yildirim jî got ew 2 sal e di beşa mobîlyayê da dixebite û dema ew mezun bibe ewê ji xwe ra dikaneke mobîlyayan difroşe veke.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.