Jiyan

Eleqeya ser Ekspresa Rojhilatê zêde dibe

Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nûrî Ersoy:"Dîmena wê ya zivistanê pir cuda ye, lê zivistan û havîna Ekspresa Rojhilatê cuda cuda xweş in; havînê jî dîmenên xweş hene."

İbrahim Atmaca  | 24.02.2020 - Rojanekırın : 27.02.2020
Eleqeya ser Ekspresa Rojhilatê zêde dibe

Erzurum

Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nûrî Ersoy der heqê Ekspresa Rojhilatê ya ku turîstên xwecî û biyanî eleqeyeke mezin nîşan didin da wiha got: "Dîmena wê ya zivistanê pir cuda ye, lê zivistan û havîna Ekspresa Rojhilatê cuda cuda xweş in; havînê jî dîmenên xweş hene. Ji nav siruşt, çîçek, nebatên xweş ra derbas dibe. Bi taybetî ji nav geliyên wisa ra derbas dibe ku meriv hejmetkar dimîne."

Wezîr Ersoy bi Ekspresa Rojhilatê ya ku ji Enqereyê diçe Qersê va rêwîtî kir û ji Erziromê çû Sarîqamîşa navçeya Qersê.

Ekspresa Rojhilatê ji Enqereyê bi rê dikeve, li ser Kirikkale, Kayserî, Sîvas, Erzincan û Erziromê ra di nav 25 saetan da digihêje Qersê. Ersoy dema ku bi Ekspresa Rojhilatê va seyahat kir, pirsên nûçegihanê AAyê bersivandin.

Ersoy got ku Ekspresa Rojhilatê piştgiriyê dide potansiyela turîzma Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Dîmena wê ya zivistanê pir cuda ye, lê zivistan û havîna Ekspresa Rojhilatê cuda cuda xweş in; havînê jî dîmenên xweş hene. Ji nav siruşt, çîçek, nebatên xweş ra derbas dibe. Bi taybetî ji nav geliyên wisa ra derbas dibe ku meriv hejmetkar dimîne."

Ersoy diyar kir, piştî ew bû wezîr, cara duyemîn e ku li Ekspresa Rojhilatê siwar dibe û wiha dewam kir: "Li vê derê mebesta me ya sereke ew e ku turîzm li 81 bajarên Tirkiyeyê belav bibe. Li rojhilatê dû Mêrdînê ra bajarê herî bişans Qers e. Ji bo pêşketina turîzma Qersê em ser hev tên vê derê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.