Aborî

"Gola Çildirê wê bibe fabirqeya me ya bê bixêrî"

Li qeraxê Gola Çildirê ku di nav sînorên Çildira navçeya Erdexanê da ye, restorana ku ji konê rîs hat çêkirin, ket fealiyetê

İbrahim Atmaca  | 18.11.2018 - Rojanekırın : 20.11.2018
"Gola Çildirê wê bibe fabirqeya me ya bê bixêrî"

Ardahan

ARDAHAN

Li qeraxê Gola Çildirê ku di nav sînorên Çildira navçeya Erdexanê da ye, restorana ku ji konê rîs hat çêkirin, ket fealiyetê.

Rûyê Gola Çildirê ji ber ku zivistanê bi temamî diqerime, dîmenên xweş derdixe holê. Gol bi taybetî jî ji aliyê kesên ku bi Ekspresa Rojhilatê va diçin bajêr va pir tê ziyaretkirin.

Restorana ku li kêleka golê bi konê rîs hat çêkirin, bi merasimê va vebû.

Waliyê Erdexanê Mehmet Emîn Bîlmez di vekirinê da axivî û got ku Erdexan di sanayiyê da bêpar maye, lê ev îro veguheriye avantajeke cidî a turîzmê.

Bîlmez destnîşan kir, li Erdexena ku sanayî lê pêş neketiye potansiyeleke turîzmê ya pir girîng çêbû û wiha dewam kir:

"Herêma me bi xweşikiyên xwe yên dîrokî û siruştî va pir dewlemend e. Xwedê jê razî be bi teşabisa Ahmet Arslanê Wezîrê Gîhandin, Ragihandin û Behrevaniyê yê berê va bi Ekspresa Rojhilatê va gelek turîst tên herêmê. Turîstên ku têne vê herêmê teqez diçin Gola Çildirê. Gola Çildirê heta roja îro ji bilî masiyan tu tiştek nedaye me, lê înşallah ji îro pê va herî zêde ew ê pere bi me bide qezenckirin û bibe fabirqeya me ya bê bixêrî. Gola Çildirê heta roja îro gemarî nebûye û ji îro pê va jî divê em destûrê nedin ku gemarî bikin. Lewra mirov ji bo ku xweşikahiya siruşta vê derê bibînin û cemeda vê derê bibînin, tên. Ev cemed, ev berf wê ji vir şûnda bibe deriyê nanê me."

Walî Bîlmez diyar kir, konê rîs berdewamiya kevneşopiya berê ye û spasiya xwediyê restoranê Îlîmdar Senem kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.