İbrahim Atmaca
23 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2018
KARS
Trena Ekspresa Rojhilatê ku di navbera Enqere û Qersê da seferan dike, van rojan eleqeyeke mezin dibîne. Tûrîstên navxweyî û biyanî yên ku bi Ekspresa Rojhilatê va diçin bajêr, tûrîzma bajêr xurt kir.
Trena Ekspresa Rojhilatê li ser Kirikkale, Kayserî, Sîvas, Erzincan û Erziromê ra derbas dibe û piştî rêwitiyeke 24 saetan dighêje Qersê.
Serokê Komeleya Tûrîzmê ya Sariqamîşê Mîr Hasan Taş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Qers û derdora wê bi Ekspresa Rojhilatê va şêntir bû û wiha dewam kir: "Bi piştgrirî û piştevaniya Wezîrê Gîhandin Deryavanî û Ragihandinê Birêz Ahmet Aslan va naskirina herêmê zêde bû û tûrîzm û aboriya herêmê xurt bû. Ji bo ku ev dewam bike, wezîfe dikeve li ser milê her kesî."
Taş destnîşan kir, ji bo Qers pêş bikeve ev firsendeke û divê ev firsend were nirxandin, ji bo vê jî divê saziyên qamûyê û saziyên civata sivîl bi hev ra hereket bikin.
Taş wiha axivî:
"Ji bo ku aborî û tûrîzma herêmê xurt bibe, divê em derfetên di destê xwe da baş bi kar bînin. Ekspresa Rojhilatê jî yek ji van derfetan e. Li gor agahiyên ku me hildan, bi Ekspresa Rojhilatê va nêzî 20 hezar kesan hatine herêma me. Mêvanên me Wêraneyên Aniyê, Gola Çildirê, Navenda Kaşûnê ya Sariqamîşê ziyaret kirine û bûne mêvan. Digel vê li tehmên herêmê jî nihêrîne, danûstandin kirine û aboriya Qersê xurt kirine."
Mêvanên ku diçin Qersê, piştî ku Wêraneyên Aniyê ziyaret dikin, diçin ser Gola Çildirê û li ser bûza ku girtiye bi xizekên hespan va tûran davêjin.