Jiyan

Dostaniya qara ku parêzer birîndar dît û parêzer merivan metel dihêle

İbrahim Atmaca  | 04.08.2020 - Rojanekırın : 05.08.2020
Dostaniya qara ku parêzer birîndar dît û parêzer merivan metel dihêle

Adıyaman

 Li Adiyemanê parêzer Umît Taş qareke birîndar dît û anî ofîsa xwe û têkiliya ku di navbera wî û qarê da çêbû, merivan şaş û metel dihêle.

Parêzer Umît Taş piştî rûniştina xwe ya li Qesra Edliyeyê ya li Adiyemanê, wexta ku çûye ofîsa xwe ya li taxa Yavuz Selîmê, li erdê rastî cûcikeke qaran dîtiye. Taş pêşiyê şaşo paşo bûye, paşê ferq kiriye ku cûcik ji poçika xwe birîndar e û ew hildaye û biriye ofîsa xwe.

Taş di ofîsa xwe da qarê weke dergûşan xwedî dike û navê qarê daniye "Midûr".

Bêhna Taş di ofîsa da bi qarê dertê û kesên ku tên ziyareta Taş, qar bala wan jî dikşîne.

- "Dixwaze ku herdem pê re eleqedar bibim"

Parêzer Umît Taş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di ofîsa da bêhna wan bi "Midûr" dertê û ji bo ku têkiliya wî ji jiyana beyanî qut nebe, ew dawiya hefteyê qarê dibe deverên gundewar û firînê hîn dikê.

Taş destnîşan kir ku wî "Midûr" birîndar dît û wiha dewam kir:

"Min ew anî ofîsa xwe û bi mamayê pişîkan xwedî dikim. Ez di serî da şaşo paşo bûm û min dest bi kedîkirina wê kir. Wexta min nebîne, dixe qijeqij, wexta ku ez metnên rûniştina mehkmeyê amade dikim, tê ser monîtora kompîturê disekine. Timî dixwaze ku ez pê ra eleqedar bibim."

Taş diyar kir ku qar heywanên pir zîrek in, bi taybetî rûyê merivan nas dikin û wiha dewam kir: "Heya ku qenc bibe û bi firê bikeve, em ê têxin midûrê ofîsa xwe. Ku hinekî mezin bibe û firê bikeve, ez ê li siruştê aza bikim. Her wiha ji kerema xwe eziyetê li heywanan, bi taybetî em havînê ji bo wan xwarin û avê daynin ber derî paceyan."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın