Jiyan

Ziyaretvanên xwecî û biyanî eleqeyê nîşanî Gola Krater a Nemrûdê didin

Gola Krater a Nemrûdê ya li Tetwana navçeya Bidlîsê ji hêla mezinbûnê va li Tirkiyeyê dirêza ewil da li dinyayê jî di rêza 2yan da cî digre.Van rojan turîstên xwecî û biyanî eleqeyê nîşanî golê didin.

Haydar Şahin  | 04.08.2020 - Rojanekırın : 13.08.2020
Ziyaretvanên xwecî û biyanî eleqeyê nîşanî Gola Krater a Nemrûdê didin

Bitlis

 Gola Krater a Nemrûdê ya li Tetwana navçeya Bidlîsê ji hêla mezinbûnê va li Tirkiyeyê dirêza ewil da li dinyayê jî di rêza 2yan da cî digre.Van rojan turîstên xwecî û biyanî eleqeyê nîşanî golê didin.

Gola Krater a Nemrûdê di çarçoveya "Projeya Destînasyonên Bijarte yên Ewropayî (EDEN) "Xelata Bêhempabûnê" sitand. Kesên dixwazin di nav tebîetê da dema xwe derbas bikin vê derê tercih dikin.

Ziyaretvanên xwecî û biyanî eleqeyê nîşanî Gola Krater a Nemrûdê didin

Gola Nemrûdê bi xweşikahiyên tebiî, golên sar û germ, şikefta cemedê, kulfikên hilmê, cisnên çivîkan bala ziyaretvanan dikişîne. Ziyaretvan ji qerebalixiya bajêr dûr, li rexê dîmenên xweşik ên golê kampê û seyranê dikin.

Huseyîn Guzelê ji Edeneyê hat golê diyar kir ku berê qet nehatibû Gola Nemrûdê ya bêhempa.

Ceyhan Guzelê jî destnîşan kir ku li ser daweta hevalên xwe hat Bidlîsê û wiha axivî: "Min nav Gola Nemrûdê zehf bihîstibû lêbelê qet nesîb nebibû ku werim vê derê. Li vê derê hevalên min hene. Li ser daweta wan hatim vê derê. Xwedêkir hatim vê derê. Ez tewsiye dikim ku bira her kes were vê derê."

Emîne Ozkan Ozela bi malbata xwe ra ji Îzmirê hat Nemrûdê jî got ku dibê her kes were Gola Krater a Nemrûdê bibîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.